Li gelek bajaran çalakî:Ji bo Şengalê divê ewlehiya navneteweyî bê nasîn

  • 19:48 3 Tebax 2026
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarî komkujiya Şengalê hate şermezarkirin û hate xwestin ku tiştên hatine jiyînê divê bi awayekî fermî wek qirkirin û qirkirina jinê bê nasîn û divê  statu bikeve bin ewlehiya qanûni.
 
 Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li gelek bajaran êrîşa qirkirinê ya di 3’ê Tebaxa 2014’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve li hember civaka Êzidî pêk hat, çalakî hatin lidarxistin. Gelek kes tevli çalakiyan bûn û di çarlakiyan de metna hevpar hat xwendin.
 
Bedlîs
 
 Rêxistina DEM Partî ya Bedlîsê û TJA’yê bi wesîleya salvegera êrîşa qirkirinê ya li hember Êzidiyan li avahiya DEM Partî ya Tetwanê daxuyanî da. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.  Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Tetwanê Gulbahar Erkiliç di daxuyaniyê de êrîş bibîr xistin.
 
Dîlok
 
 Rêxistina DEM Partî ya Dîlokê jî bi wesîleya salvegera qirkirinê li avahiya rêxistinê daxuyaniyek da. Piştî rêxistinê daxuyanî ji aliyê hevseroka DEM Partî ya Dîlokê Hatîce Sonmez ve hat xwendin.
 
Sêrt
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya salvegera bibîranîna qûrbaniyên Şengalê yên ku di 3yê Tebaxa 2014an de di encaman êrişên çeteyên DAIŞê de hatibûn revandin û kuştin li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Sêrtê hatin bibîranîn û komkujî hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de gelek nûnerên partiyên siyasî yên navend û navçeyên bajêr û gelek rêveber û endamên saziyên sivîl ên civakî yên bajêr û gelek kes tev li bû. Kesên ku tev li çalakiyê bûn duwîzên ku li ser wan “Em ê hesabê komkujiya Şengalê bipirsin”, “3yê Tebaxê ne tene salvegera komkujiyê ye” û “Em ê komkujiya Şengalê nedin jibîrkirin” hatibûn nivîsandin hatin hilgirtin. Her wiha metna daxuyaniyê jî ji aliye Endama Meclisa Giştî ya DEM Partiyê ya Sêrtê Elîf Akan ve hate xwendin.
 
Îzmîr
 
Li Îzmîrê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan DEM Partiyê bi boneya salvegera 12emîn qirkirina ku di 3ê Tebaxa 2014an de li Şengalê li dijî Êzidîyan pêk hatibû, bîranîn hat lidarxistin. Di bîranîna ku li avahiya Rêxistina Bajar a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê hat lidarxistin de, pankarta “Em komkujiya Êzidîyan û qirkirina jinan ji bîr nakin” hate daliqandin. Bîranîna ku gelek rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û welatî beşdar bûn, bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir.
 
Di bîranînê de sîneyovizyona ku der barê komkujiyê de hatibû amadekirin hate temaşekirin. Piştî nîşandana sîneyovizyonê bîranîn bi dawî bû.
 
Enqere
 
 Meclîsa Jinan a DEM Partiyê jî bi wesîleya salvegera qirkirina li dijî Êzidiyan li avahiya navendê bernameyeke bîranînê pêk anîn. Piştî vê daxuyaniya hevpar hat xwendin.
 
Metna daxuyaniyê ya hevpar ku li gelek bajaran hate dayîn wiha ye:
 
“Me 3’yê Tebaxê ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin. Em ê hesaba Komkujiya Êzidiyan a li Şengalê û qirkirina li ser jinan bipirsin. Di ser êrişa komkujî û qetlîama jinan a ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişê Şengalê kir re 12 sal derbas bûn. Ev êrişa ku li ber çavên hemû mirovahiyê hat kirin, ne tenê li dijî gelê Êzidî; li dijî hebûn, nasname, bawerî, dîrok û nirxên hevpar ên mirovahiyê yên jinan polîtîkayeke tunekirinê ya rêxistinkirî bû. Tiştên ku li Şengalê qewimîn ne sûcekî şer ê ji rêzê bû. Diyardeya herî hov a hişmendiya serdest a mêr e ku bedena jinan xist qada şer û qetlîamên sîstematîk pêk anîn. Bi hezarên Êzidî hatin qetilkirin, bi sed hezaran ji cih û warên xwe bûn. Bi hezarên jin û zarok hatin revandin, li bazarên koletiyê hatin firotin, rastî destdirêjî, îşkence û guherandina olî ya bi darê zorê hatin. Hê jî aqûbeta bi hezarên jin û zarokên Êzidî nayê zanîn. Ev komkujiya ku li Şengalê qewimî li ber çavên cîhanê pêk hat; lê hêzên navneteweyî, dewletên herêmê û saziyên cîhanî vîna ku vê yekê bide rawestandin nîşan nedan û bi bêdengiya xwe bûn hevparên vî sûcî. Di serî de Parlamentoya Ewropayê, gelek welat û saziyên navneteweyî tiştên ku qewimîn wekî komkujî naskirin û mekanîzmayên Neteweyên Yekbûyî jî diyar kirin ku ev yek ji sûcên herî giran ên li dijî mirovahiyê ye. Despêkê tevî salên ku derbas bûne jî hê hemû kiryar nehatine darizandin, negihîştine hemû jinên winda û edalet pêk nehatiye.
 
‘Ji têkoşîna azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn re jî bûn hêvî’
 
Şengal, erdnîgariyeke qedîm e ku di dirêjahiya dîrokê de gelek caran bi fermanan hatiye hedefgirtin. Desthilatdarên ku xwestin Rojhilata Navîn veguherînin qada şer û xeyalên xwe yên emperyal pêk bînin, di dirêjahiya dîrokê de Şengal kirine hedef û 73 caran qewmkujî li ser gelê Êzidî pêkanîn. Jin û gelê Êzidî, tevî van hemû fermanan jî dest ji zindîhiştina bawerî, ziman û çanda xwe bernedan. Tam wekî ku îro jî li dijî van polîtîkayên komkujî û qetlîama jinan a ku wekî fermana 73an tê qebûlkirin û bi destê çeteyên DAIŞê hat kirin, dest ji têkoşîna xwe bernedan. Tê zanîn ku çawa li hemberî her fermanê, di 3’ê Tebaxê de jî yên ku teslîm nebûn dîsa jinên Êzidî bûn. Jinên êzidî yên ku keziyên porên xwe veguherandin sembola berxwedanê; bi xwerêxistinkirin, xweparastin û vîna xwe ya avakirina jiyana demokratîk re ne tenê ji gelê xwe re, ji têkoşîna azadiya jinê ya li Rojhilata Navîn re jî bûn hêvî. Îro avakirina jiyana bi pêşengiya jinan û xwerêveberiya li Şengalê tê domandin, bersiva herî bihêz a ku dikare li dijî qetlîama jinan bê dayîn e. 3’yê Tebaxê ne tenê salvegera komkujiyeke di rabirdûyê de qewimî ye. Rojeke dîrokî ye bi bîr dixe ku polîtîkayên komkujî yên li hemberî jinan, windakirina bi darê zorê, revandin û tundiya sîstematîk îro jî bi şêweyên cuda berdewam dikin. Duh polîtîkayên ku li Şengalê li dijî jinên Êzidî hatin bikaranîn îro li erdnîgariyên cuda yên Rojhilata Navîn hedefgirtina jinan berdewam dikin.
 
‘Revandin, girtin û bênasnamekirina jinan sûcê li dijî mirovahiyê ye’
 
Em îro ji bo hemû jinên Êzidî yên ku aqûbeta wan hê jî nehatiye aşkerekirin edaletê dixwazin. Di heman demê de em dixwazin ku jinên elewî yên ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatine revandin û hemû jinên ku bi darê zorê hatine girtin bi awayekî lezgînî werin berdan bigihêjin azadiya xwe û kiryarên van sûcan bên darizandin. Revandin, girtin û bênasnamekirina jinan sûcê li dijî mirovahiyê ye û nikare bêceza bimîne. Naskirina komkujiya Şengalê bi hemû aliyên wê ve, hesabdayîna kiryarên wê li hemberî hiqûqa navneteweyî û dîtina jinên winda; ne tenê ya gelê Êzidî ye, têkoşîna hevpar a hemû jinan e. Lewra polîtîkayên bêcezahiştinê rê li ber sûcên nû vedikin. Tirkiye jî tiştên ku li Şengalê qewimîn bi fermî wekî komkujî divê bide naskirin û gavên ku biavêje, berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de bi cih bîne û divê gavên ku mafê gelê Êzidî bixe bin garantiyê biavêje. Ji bilî vê, divê her cûre êrişên ku li dijî Şengalê berdewam dikin bi dawî bibin; vîn, xwerêveberî û statuya gelê Êzidî divê bê misogerkirin.
 
‘Me Şengal ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin’
 
Em wekî TJA careke din dibêjin ku; 3’yê Tebaxê ne tenê roja bîranîna komkujiya li dijî gelê Êzidî ye. Di heman demê de roja têkoşîna gerdûnî ya li dijî qetlîama jinan e. Roja mezinkirina hafize, berxwedan û têkoşîna azadiya jinan e. Di serî de jinên Êzidî heta ku hemû jinên hatine revandin, windakirin û bi darê zorê hatine girtin bên dîtin; heta ku hemû kiryarên qetlîama jinan bên darizandin û ewlehî û statuya Şengalê di bin garantiya navneteweyî de bê girtin, em ê rastiyê derxin holê û têkoşîna azadiya jinê mezin bikin.
 
Me Şengal ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin.”