TAJÊ: Divê statuya Şengalê têkeve binê ewlehiyê
- 12:47 6 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîteya Şewra TAJÊ encamnameya şewra duh hatî lidarxistin belav kir û got: “Ji bo civaka Êzîdî baweriya xwe karibe biparêze divê li ser axa xwe bijî, li derveyê axa xwe nikare tu piroziyên xwe biparêze û derbazî nifşên nû bike. Heta hemû êsîr neyên rizgarkirin, gorên komî neyên vekirin û statuya Şengalê neyê misogerkirin, wê ev têkoşîn bidome.”
Di çarçoveya pêngava TAJÊ ya bi diruşmeya ‘Ji bo edalet û azadiyê, tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’ li salona ‘Bi hev re jiyan’ a di navbera Xanesor û Sinûnê de bi beşdariya dîlgirtiyên jin ên hatine rizgarkirin, endam û rêveberên TAJÊ û endamên saziyên jin ên Şengalê duh şewirek hate lidarxistin. Di şewrê de xwedîderketin û bilindkirina tekoşînê ya ji bo rizgarkirina dîlgirtiyên fermanê derket pêş.
Komîteya Şewra Tevgera Azadiya Jinên Êzidî encamnameya şewrê ji raya giştî re belav kir. Encamname wiha ye:
“Pêngava Rêxistina jinên Êzîdî TAJÊ û SMJ di bin şîara ‘Ji bo edalet û azadiyê, tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê’ di 17 Tirmeha îsal de hat destpê kirin. Bi taybetî ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî, windahî û naskirina jenosîda li ser civaka me di asta navnetewî û Iraqê de were pejirandin rojev hat avakirin û hişyarî hat çêkirin.
Bi taybetî ji bo siyaseta li ser me civaka Êzîdî tê meşandin me nîqaş kir û helwesta pêwîst nîşan da ev pêngav û şewra pêngavê xwediyê girîngî û watedariyek mezin e. Êş û birîna civaka me ya kûr êsîrên me yên ku hatine rizgarkirin bi polîtîkayên taybet ji aliyê hêzên derve ve wan ji axa wan qut dikin, siyaset û şerê spî li ser êsîr û civaka Şengalê didin meşandin.
Armanca esasî ew e ku bidewleta Iraqê vê fermanê dayina bipejirîne û zagonên tê xwestin sepandine. Heta ev ferman ji aliyê dewleta Iraqê ve weke jenosîdê neyê pejirandin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha tevî dewletên Ewrûpa jî jenosîd pejirandine jî, tişteke ji bo civaka Êzîdî nekirine ,hem dewleta Iraqê û hem ji hêzên derve dixwazin civaka Êzidi ji hev bixînîn. Bi taybetî jî bi riya munazameyên hêzên derve dixwazin keç û zarokên wan malbatên ku êşên mezin kişandine ,wan ji ax û welatê wan qut bikin, ev yek jî dihêle ku malbat hin bêhtir di hundirê xwe de, xwe bigrin û bi êşên xwe re sinordar bin.
Ji bo ku civak û jinên Êzîdî yên esîr û rizgarkirî tekoşîna xwe ya hûquqî, civakî û siyasi encam bigre, divê doza xwe ya hûqûqî domdar û encamgir bidomîn e. ji bo ku careke din ferman neyên jiyandin pêwîste herî zêde êsîrên ku rastî hovitiyê hatine herî zêde ew têkoşîn bikin. Divê ku êsîr xwe ji vê derûnîya mexdûrbûnê rizgar bikin û bibin kirdeya têkoşîna jinênên êzîdxanê. Hovîtî û wahşeta ku jiyane divê ku jî civaka Êzîdî û raya giştî re baş parve bikin û bertekên parastina mafê jinan zindî bikin.
Em weke jinên Êzîdî hem bi çalakî hem jî bi vîna xwe têkoşîna hevpar xurt bikin. ji ber ku fermanên hatin jiyandin, hin nehatiye dermankirin û hin jî rast nehatiye fêmkirin. Him li Qada Iraqê hem jî li qada navnetewî li gorê rastiya fermanê, baş nehatiye pejirandin, li hin dewletên ku hatine pajirandin jî pêwistiya wê nehatiye bicihanîn. Ev ji encax bi têkoşîneke hûqûqî ya xurt û bi armanc dikare misoger bibe. Her wiha di asta Dewleta Iraqê de pêwiste zagona ku ji bo dîlên rizgarbûyî derketiye, di meriyetê de bimîne û di vê xalê de guhertin neyên çêkirin û xalên wê zagonê hemû were pêkanîn.
Di raya giştî ya hundirîn û derve de encax bi riya xwe bi rêxistinkirin û bi avakirina yekitiya xwe, xwe bi rêve bibe û vê bi hukumeta Iraqê û navnetewî re bide pejirandin. Ji bo vê jî di demdirêjî de têkoşîneke xurt ya hûqûqî tê xwestin. Hem di asta navdewletî de,hem jî di hundir de têkoşîneke xurt tê xwestin. Bi taybetî ji bo kesên windahe û heta em hemûyan rizgar nekin em ê têkoşîna xwe nedin sekinandin. Mijareke din jî di mijara windahiyan de jî, ji bo em tespîteke rast bikin divê gorên komî werin vekirin daku em zanibin çiqasî windahiyên me hene. Ev hejmara ku bi texmînî tê kirin em nikarin weke rastiyeke bibînin.
Ji bo li darxistina vê şewrê me, bi jinên Şengalî û hemû pêkhateyan re civîn li darxist û xwest ku piştgiriya vê pêngavê were kirin. Her çendî ku piştgiriya pîtsgiriya tê xwestin nedabin jî, lê ew jî tevî şewrên bi vî rengê dibin. Di nav vê pêvajoyê de me bi gelek esîran re civîn çêkir û nîqaş meşand da ku ew jî piştgirî bidin vê pêngavê û têkoşîna li hemberê hovîtiya hatî meşandin bibin parçeyeke ji wê.
Ji bo civaka Êzîdî baweriya xwe karibe biparêze divê li ser axa xwe bijî, li derveyê axa xwe tu nikarî tu piroziyên xwe biparêzî û neqlê nifşên nûh bikî.
Her wiha ji bo em karibin têkoşîneke hûqûqî û destûrî bidin meşandin, emê li qada Ewrûpa jî hevbeş bi sîwanê re karê hevbeş bimeşînin. Ev pêngav wê bi pênc mehan re sînordar nemîne, heta hemû êsîr neyên rizgarkirin, gorên komî neyên vekirin û statuya Şengalê neyê misogerkirin, wê ev têkoşîn bidome.







