Li Şirnexê daxwaza ji bo perwerdeya zimanê Kurdî

  • 15:09 18 Îlon 2026
  • Rojane
ŞIRNEX -  Saziyên ziman û Egitim-Senê di daxuyaniyên xwe yên derbarê sala nû ya xwendinê de daxwaza xwe ya ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê dubare kirin.
 
Saziyên ziman û Egitim-Senê meş û civîna çapemeniyê li dar xistin û daxwaza "Statu ji bo zimanê Kurdî û perwerdehiya bi zimanê dayikê" kirin. Meş li bajarê Cizîrê pêk hat û li ber Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek dest pê kir. Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk û partiyên siyasî yên bajêr beşdar bûn. Pankartek bi nivîsa "Perwerdehiya bi Kurdî, Statuya Kurdî" hate daliqandin, her wiha pankartên bi nivîsa "Ziman bê perwerde ne ziman e", "Em perwerdehiya bi zimanê Kurdî dixwazin", "Ziman zimanê me ye" û "Ziman ruhê civakê ye, hûn nikarin wê bikujin" hatin hilgirtin.
 
Piştî meşa ber bi Keleha dîrokî ya Birca Belek ve, daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahit Akil ve hate xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Ziman stûna sereke ya hebûn, çand û nasnameya civakan e. Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî jî mafekî gerdûnî, xwezayî û bingehîn e ku di tu qanûn, peyman û pîvanên navneteweyî yên mirovî de nabe mijara bazarê. Zimanekî ku di perwerdeyê de cih negire, di zanist û jiyana rojane de pêş nekeve, rûbirûyî xetereya helandin û tinebûnê dimîne.
 
Em wekî rêxistin û dildarên zimanê kurdî, têkoşîna ziman wekî doza rûmetê dibînin. Helwesta me li seranserê erdnîgariyê hevgirtî, zelal û prensîbî ye. Zanyariyên nûjen ên pedagojiyê û lêkolînên derûnnasiyê bi awayekî zelal dipejirînin ku bingeha hiş, raman û afirîneriya mirovan di zaroktiyê de bi rêya zimanê zikmakî tê avakirin. Zarok gava bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibîne, têgehan tenê ji ber nake; wan fêm dike, şîrove dike û bi vî awayî hişê wê/wî yê analîtîk zûtir geş dibe. Berevajî vê yekê, zarokê ku bi zimanekî biyanî tê perwerdekirin, rastî şikestinên mezin ên hişî û derûnî dibe; li şûna ku fêrî zanistê bibe, hemû hêza xwe dide fêmkirina bêjeyan û baweriya wê/wî bi xwe diheje. Ji ber vê yekê, astengkirina zimanê zikmakî ne tenê binpêkirina mafekî hiqûqî ye; di heman demê de li dijî pêşketina hiş û ramanê ya nifşên me derbeyeke giran e.
 
Li Tirkiyeyê polîtîkayên înkar, astengkirin û bişaftinê yên sed salî hîn jî bi rêbazên cuda tên domandin. Bi milyonan zarokên kurd ji mafê xwe yê herî sirûştî, ango perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar tên hiştin. Polîtîkayên ku kurdî tenê di çarçoveyeke teng a dersên hilbijartî de dihêlin, ne çareserî ne; berevajî vê yekê, hewldanên ji bo sistkirina daxwaza perwerdehiya rewa ne. Daxwaza me ya zelal ew e ku zimanê kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê di hemû qonaxên perwerdeyê de bibe zimanê perwerdeyê û bi garantiyên destûrî bê mîsogerkirin.
 
Bi heman pîvana hevgirtî, em pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê jî bi baldarî û berpirsiyarî dişopînin. Zimanê kurdî li ser vê axê bi berdêlên giranbuha, keda hezaran pêşeng, mamoste û rewşenbîran bûye qada jiyan û avakirina civakî. Li hemberî vê heqîqetê, biryar an nêzîkatiyên ku kurdî bi tenê dixin nava 3 saetên dersa hilbijartî ya hefteyê, tu carî nayên qebûlkirin. Zimanê kurdî li ser axa xwe nikare bi çend saetên sembolîk bê hefsarkirin û tengkirin. Ev helwest hewldaneke eşkere ya paşveçûnê ye û keda dîrokî ya gelê me lawaz dike. Em vê biryara kêmxistina zimanê kurdî bi tundî şermezar dikin. Prensîbên me li her derê yek in: Zimanê kurdî li her çar perçeyan divê bibe zimanê bingehîn ê perwerdeyê û stûna jiyanê.
 
Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî; di Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî, pîvanên perwerdeyê yên UNESCO'yê û gelek peymanên navneteweyî de hatiye mîsogerkirin. Erka dewletan ne qedexekirin an sembolîkkirina ziman e; dabînkirina perwerdehiya giştî, bê pere û bi kalîte ya bi zimanê zikmakî ye. Lêkolînên zanistî jî piştrast dikin ku zarokê ku zimanê xwe yê zikmakî baş dizane, zimanên fermî, duyem û sêyem pir zûtir û bihêztir fêr dibe.
 
Li aliyê din, dûrxistina zimên a ji qada perwerdeyê dibe sedem ku neviyên me ji çîrok, dengbêjî û bîra kûr a dapîr û bapîrên xwe qut bibin. Ziman pira xurt a navbera nifşan e; dema ku ev pir hilweşe, hemû pêkhateyên çand û hebûna civakê derbên mezin dixwin. Ji ber vê yekê, parastina ziman parastina bîr, rûmet û paşeroja me bixwe ye.
 
Em helwest û daxwazên xwe yên sereke di çend xalan de dikarin rêz bikin: Divê di serî de xala 42'yan a Destûra Bingehîn bê guhertin; astengiyên li pêşiya perwerdehiya bi kurdî rabin û zimanê kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê fermî yê perwerdeyê.
Li Rojavayê Kurdistanê divê ji biryara tengkirina kurdî ya bi tenê 3 saetên dersa hilbijartî bê şert û merc vegereke bilez hebe; kurdî li ser axa xwe wekî stûna esasî ya perwerdeyê bimîne. Ji bo perwerdehiya bi kurdî pêdiviya tayînkirina hezaran mamosteyên kurdî bê dabînkirin û materyalên zanistî yên perwerdeyê bi awayekî fermî bên amadekirin.
 
Em li vir, ji vê qadê bi dengekî bilind û bi biryardariyeke ji pola, li hemû cîhanê û li hember serwerên dewletê bang dikin: Zimanê kurdî hebûn, bîr û rûmeta me ya xwerû ye; tu kes nikare hebûna me bixe bin destê bazarên siyasî an qedexeyên qirêj ! Çawa ku em li Rojavayê Kurdistanê hewldanên tengkirinê yên bi sê saetên parsekiyê qebûl nakin, em ê li Tirkiyeyê jî tu carî serî li ber polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û derewên dersên hilbijartî netewînin!
 
Em bang li hemû berpirsiyar û biryardêran dikin: Mafê zimanê dayikê yê ku pîvaneke gerdûnî ya mafên mirovan e li ber çavan bigirin. Ji bo parastina pêşeroja zarokên me, divê astengiyên qanûnî yên li pêşiya vî mafî bên rakirin û perwerdehiya fermî ya bi zimanê kurdî bê dabînkirin. Ev daxwaz bingeha aştî û refaha civakî ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû civakê, malbat û pêkhateyan dikin: Werin em bi hev re xwedî li zimanê xwe derkevin û wî di kolan, tax, dibistan û hemû qadên jiyanê de zindî bihêlin."