Li Botanê rûyê şerê piralî (4)
- 09:04 24 Îlon 2026
- Dosya
'Zarokên me di hedefa hişbirê de ne'
Rojda Aydin
ŞIRNEX - S.T. ya ku kurê wê tiryakê bi kar dianî, ji bo ji vê yekê rizgar bibe gelek caran kurê xwe ji saziyên fermî re gilî kiriye û got ku li Botanê bi awayekî zanistî tiryak hatiye belavkirin. S.T., got, “Ciwanên me yên ku berê li dijî zilmê li ber xwe didan, îro ketine nava tora hişbirê.”
Bikaranîna hişbirê li Botanê ku her diçe belavtir dibe, ne tenê wekî pirsgirêkeke girêdayîbûna kesane, lê wekî encama polîtîkayên ku pêkhateya civakî dikin armanc, tê dîtin. Ciwanên ku bi salan di bin bandora pevçûn, xizanî, koçberî û bêkariyê de jiyane, îro bi rêya tiryakê wek bi şêweyeke nû ya dorpêçkirinê re rûbirû ne.
Bi belavbûna hişbirê re, malbat û bi taybetî dayik derba herî giran hildigirin. Malbatên ku bi salan e ji bo rizgarkirina zarokên xwe li dijî hişbirê têdikoşin, xwe ne tenê li hemberî madeyên hişbirê, lê her wiha li hemberî hesta bêçaretiyê, kêmasiya piştgiriya civakî û rexneyên têkildarî nebûna bersiveke bibandor a ji bo vê pirsgirêkê, di rewşeke dijwar de dibînin.
Di vê beşa dosyeya xwe de, em bi rêya şahidiya dayikeke ku hewl dide kurê xwe ji tiryakê rizgar bike, li wê wêrankariya ku girêdayîbûna bi tiryakê li ser malbatan çêdike, têkoşîna dayikan û li Botanê kûrbûna qeyrana civakî digirin dest.
‘Cizîra Botan cihê berxwedanê ye’
Dayika S.T., têkildarî kurê wê A.T. yê ku ketiye nava tiryakê de axivî û diyar kir ku ev polîtîka bi awayekî zanebûn li Kurdistanê tên meşandin. S.T. destnîşan kir ku piştî pêvajoya xweseriyê ya 3 mehên dirêj dom kir, li Kurdistanê bikaranîn û firotina hişbirê gelek zêde bûye û got, “Piştî qedexeya sê heyvan şûnde li temamiya Kurdistanê tiryak hat belavkirin. Berê zarok û ciwanên me dan tiryakê. Cizîra Botan ku di dîrokê de tiştekî wisa lê nehatiye jiyîn, îro ji bajarên tirkan zêdetir tiryak li vir tê firotin. Berê li bajarên tirkan zêde bû, îro ji Cizîra Botan bigire li hemû deverên Kurdistanê hişbir belav bûye. Cizîra Botan cihê berxwedan û şehîdan bû. Lê belê piştî qedexeya derketina kolanan Botan gelek gûherî. Hemû qirêjî îro li vir tên meşandin. Îro hatiye astek wisa ku em êdî nikarin bêjin em ji Cizîra Botan in.”
Wêneyê Cizîra Botan
S.T. bi lêv kir ku sîstem berê zarokên malbatên Kurd didin van polîtîkayan û diyar kir ku divê hemû malbat xwedî li zarokên xwe derbikevin û zarokên xwe ji vê qirêjiyê dûr bixînin. S.T. da xuyakirin ku divê li Botanê hemû kes li dijî tiryakê bibe yek û rabin li ser piyan û wiha pê de çû, “Ev polîtîkayên qirêj li Cizîra Botan nayên qebûlkirin. Kesên ku îro tiryakê tînin didin zarokên me dijminên me ne. Ger ku ne dijminê me bûna dê îro bi tiryakê firotin nedikirin û nedidan zarokên kurdan. Zarokên malbatên welatparêz îro ketine nava hişbirê.”
‘Zarokên me ketine xefika hişbirê’
S.T. da zanîn ku kurê wê niha ji ber tiryakê di girtîgehê de ye û wiha anî ziman, “Kîjan malbat dixwaze bila zarokên wan bikeve rêyên xirab ? Ez dibêjim ger ku niha derve ji girtîgehê baştir bibe bila ji girtîgehê derkeve lê belê ger derve wiha ne baş bimîne hema bila di girtîgehê de bimîne. Ji bo kurê xwe ez ê di her karî de bixebitim û jê re diravan bişînim girtîgehê. Bila kurê min ji vê qirêjiyê rizgar bibe. Ji ber ku ez niha zanim li ku derê ye. Ger ku dev ji hişbirê bernedabe û li derve be ez ê nizanibim li ku derê ye. Ji ber tiryakê îro gelek ciwan malbatên xwe dikujin, tecawizê jin û zarokan dikin. Em jî vê yekê qebûl nakin û dixwazin demildest pêşiya vê yekê bê girtin. Tiryakê difroşin zarokên me û pê tîcareta xwe dikin. Kesên ku zanin kî tiryakê difroşe bila cih û navên wan diyar bikin. Dema em wan ciwanên xwe dibînin dilê me dişewite. Ciwanên me yên ku demek li hember zilmê li berxwe didan, îro bi tiryakê belav bûne.”
‘Bila neyên lîstikan’
S.T. bi lêv kir ku ew 9 mehan zarokên xwe di zikê xwe de, dema tên dinyayê li hember hemû qirêjiyên cihanê diparêzin û got, “Lê dijmin bi awayekî zane berê zarokên me dan tiryakê. Kesên ku îro xwe firotine tên tevlî vê ticaretê dibin bila dev ji vê rêya şaş berdin.”
‘Dibêjin bila nekevin nav siyasetê, bikevin nav tiryakê’
S.T. got ku ew nizane ku kurê wê tiryakê ji kê peyda kiriye û diyar kir ku ji ber tiryakê girtî ye. S.T. di dirêjiya axaftina xwe de wiha got, “Kurê min ji me re negot kê tiryak daye wî û ji ber vê yekê em nizanin. Ji ber vê yekê me gelek têkoşîn dikirin. Min gelek caran hewlda wî asteng bikim. Lê belê guh nedida min. Kurê min digot, ‘dayê min nedixwest bikevim nav vî tiştî.’ Kurê min ne kesekî wisa bû ku bikeve vê rêyê. Lê piştî qedexeyê kê dayê ez nizanim, wî jî dest pê kir. Lê ez difikirim ku dijminê me daye wî, wekî din kî yê wê bide. Zarokên me wisa elimandin tiryakê. Ger ku îro ticareta wan nehata kirin dê kêm bibûya. Dibêjin bila zarokên we neçin siyasetê nekin, bila vî tiştî bikin.”
Bersiva polîs: Jixwe kurê te miriye çûye, dev jê berde
S.T. da zanîn ku beriya kurê wê bê girtin gelek caran çûye emniyetê û kurê xwe gilî kiriye û wiha domand, “Ez çûm emniyetê ji polîsan re jî gotim ‘hûn zanin kurê min li ku derê ye. Yekê ji min re got neçe cihên wan dê te bikujin.’ Min got hema bila min bikujin. Ez li her derê li kurê xwe digeriyam. Di kolanê de erebeya polîsan derbas dibû gotin ‘çiye xaltî.’ Min jî got ‘hûn hem tiryakê didin zarokên me hem wan digirin.’ Gotin ‘hûn jî hay ji zarokên xwe hebin.’ Min got çawa hay ji zarokên xwe hebin. Zarokên me diçin dibistanan. Kesên difroşin diçin pêşiya dibistanê. Dikin nava tiştan didin zarokên me û zarokên me haya wan ji tiştan tuneye. Min got ‘hûn wan dikin binçavan û deriyekê dinê de berdidin.’ Kurê min ji ber ku tiryakê bikar dianî ez çûm emniyatê û wî gilî kir. Polîs ji min re got, ‘xaltî ji xwe kurê te miriye çûye, xilas bûye. Dev jê berde.’ Min jî got ‘kurê min çawa xilas bûye. Ez çawa dev ji kurê xwe berdim. Ligel ku min gilî jî dikir kurê min nedigirtin, digotin ‘tiştek nekiriye.’”
‘Dema kurê min hat girtin gelek kêfxweş bûm’
S.T. di dawiya axaftina xwe de bang li hemû malbatan kir ku zarokên xwe ji tiryakê biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Banga min li hemû Gelê Kurd heye. Bila hemû li hember vê tiryakê dest bidin hevdû. Bila êdî hemû kes rabe ser piyan û dengê xwe bilind bikin. Ligel ku me gilî jî dikir nedigirtin. Rojek gotin kurê te hatiye girtin. Ez gelek kêfxweş bûm, min govend gerand û kêfa min hat. Ji ber ku derve ji bo wî xetere bû û di nava tiryakê de bû. Ez nizanim ji ber çi girtine. Gelek dosyeyên wî ji ber tiryakê hene. Ez naxwazim kurê min niha jî bê berdan. Ji kolan û taxan çêtir e, di hundir d e mayîn. Niha derve gelekî qirêj e. Hêviya me ew e ku hemû zarokên kurdan demildest ji vê qirêjiyê xilas bibin.”
Sibehê: Li Botanê talana ekolojîk: Rapor çi vedişêrin ?







