Ji Meclîsa Jinan a DBP’ê banga 25’ê Mijdarê:Em ê têkoşînê mezin bikin

  • 21:27 20 Cotmeh 2026
  • Rojane
AMED – Meclîsa Jinan a DBP’ê encamnameya civîna di 17’ê cotmehê de civîn pêk anî aşker akir.Di encamnameyê de bakişandin ser girîngiya têkoşîna rêxistinkirî ya li hember qetilkirinên jinan, polîtîkayên bêcezahiştin û newekheviya civakî û berbi 25’ê Mijdarê banga mezinkirina têkoşînê hat kirin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) encamnameya civîna ku di 17’ê cotmehê de li Amedê pêk anî aşkera kir.
 
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku pêkanînên bêcezahiştin, qelsiya mekanîzmayên parastinê û polîtîkayên ku mafê jiyana jinan nake bin ewlehiyê,  zemîna berdewamkirina tundiyê amade dike û wiha hate gotin: “Di vê pêvajoya ku qirkirina çandî û êrîşên li hember zarokan didomîn de, ligel hebûna jinan, îradeya azadiya gelan, bîra civakî û derfetên jiyana demokratîk hedef tên girtin.”
 
‘Divê zîhniyet bi guhere’
 
Di encamnameyê de hat diyarkirin ku tundiya li ser jinan tenê bi nêzîkatiyên şexsî nayê dest girtin û got: “ Zîhniyeta serdest ya mêr ku li ser jinê kontrolê ava dike, xwe di qada siyaset, malbat, aborî, perwerde, çandî û gelekên din ji nû ve diafirîne.  Têkoşîna li dijî tundiyê tenê bi bertekên li dijî encaman sînor nîne. Ji ber vê jî divê têkiliyên ku tundî û newekheviyê diafirînin bê guhertin. Di avakirina jiyaneke azad de şerta veguhehrîna demokratîk heye.”
 
Wê di 25’ê Mijdarê de têkoşîn bê mezinkirin
 
Di encamnameyê de wiha hate gotin: “Berbi 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinê xurtkirina îradeya têkoşîna hepvar û hişmendiya parastina cewherî berpirsyariyek dîrokiye. Di vê easê de divê mekanîzmayên têkoşîna mayînde bê avakirin, divê saziyên jinan bên xurtkirin û torên piştevaniyê bên zêdekirin.”
 
Meclîsa Jinan a DBP’ê biryarbûna mezinkirina têkoşînê a ji kolanan heta qadan, ji taxan heta gundan û qada siysetê dubare kir.
 
Balkişandin ser zextan
 
Her wiha di encamnameyê balkişandin ser zextên li ser jinên şoreşger yên li Îranê û hat diyarkirin ku jin hewldanên darvekirin, ceza, tehîd û tasfiyeyê îradeya azadiya jinê hedef tê girtin.
 
Ligel vê di encamnameyê de hat daxuyakirin ku azadiya jinê esasa ku civaka demokratîk temam dike ye û  azadiya jiyana civakî bi naskirina îradeya jinê pêkane. Di encamnameyê de balkişandin ser nûneriya wekhev û hat diyarkirin ku di esasa paradîma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de rêya sêyemîn a civaka demokratîk dihûnin. Der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî nirxandin hatin kirin û hat gotin divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê. Hat diyarkirin ku wê piştevaniya jinan bê xurtkirin.
 
Di dawiyê de jî hat diyarkirin berbi 25’ê Mijdarê ew biryarbûna mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîd, qirkirina jinan, polîtîkayên binpêkirinê û newekheviya civakî  dubare dikin.