Ji bo gumabarê Helîn Eren daxwaza muebeta giran
- 19:11 23 Nîsan 2026
- Hiqûq
AMED - Îdianameya der barê gumanbar Siyabend Şeker ku tundî li Helîn Eren kir û qetil kir, hat amadekirin hat qebûlkirin. Di îdianameyê de der barê gumanbar Siyabend Şeker de cezayê muebeta giran hat xwestin.
Li navçeya Sûr a Amedê di 24’ê Tîrmehê de gumanbar Siyabend Şeker Helîn Eren ku her tim tundiya sîstematîk lê dikir, qetil kir. îdianameya der barê gumanbar de hat qebûlkirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku hukmên ‘rahrîka bê maf’ nayê bikaranîn.
Der barê gumanbar de ji sûcê ‘ ji qesetî jin qetilkirin’ û ‘çeka bê ruhsat li ser xwe gerandin’ cezayê muebeta giran hat xwestin.







