Li Gimgimê tehdîda JES’ê: Ji bo xwezayê di têkoşînê de ne

  • 09:05 22 Nîsan 2026
  • Ekolojî
Rozerîn Gultekîn
 
MÛŞ - Ji Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Eylem Karaduman der barê projeya JES’ê ya li Gimdimê ku wê bandor li ser 16 gund, 6 çavkaniyên avê yên Çemê Murat xwedî dike û 9 cureyên nebatê yên endemîk bike de axivî û got: “Kî vê dewlemendiya xwezayî tune dike? Yên çavbirçî! Polîtîkayên şer yên bi salane didome bi ekolojiyê ji nûve zindî bû."
 
Li Tirkiye û Kurdistanê polîtîkayên qirkirina xwezayê didomin. Yek ji vê projeyê, projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a li navçeya Gimdim a Mûşê ye.
Di vê beşa dawî ya dosya xwe de em balê dikşînin ser berxwedana gel.
 
Wê 16 gund bi bandor bin
 
Gelek gund bi rîska koçberkirinê re tên rû hev û çavkaniya debara herêmê sewalkarî jî bi xetereyê re tê rû hev. Tê plankirin ku proje li ser xeta Gimgim-Kanîreşê bê plankirin û ev jî rîska erdhejê zêde dike. Gundên Tanzik, Tatan, Hemok, Çorsan, Xwarik û girêdayî mezraya Dervîş Elî, Kasiman, Emera, Zengena, Mengen, Kuzik, Civarka, Civarka, mezra Kortegula, gundên Canisera, Xaşxaşa, Uskura Mezin û Biçûk, Şorike, Şema, Gadiza û Badan wê bi bandor bibin.
 
Cureyê nebatan yên wê tune bibin wiha ne: Anux, Helugê, Dindarokê, Perçegê,Vaşe Kula, Reşadarî, Qirmotiki, Lulikê, Jajik.
 
Çavkaniyên avê yên Çemê Murat xwedî dike û bi rîska tunebûnê re rû bi rû ne wiha ne: Derê Mengeli, Derê Civarka, Çemê Çor, Çemê Surdari, Çemê Goşkarbaba û Hoşanê.
 
Endama Platforma Ekolojiyê ya Gimdimê Eylem Karaduman Vural der barê mijarê de axivî û armanca talanê, têkoşîna tê meşandin de nirxandin kir.
 
Ji bo xwezayê têdikoşin
 
Eylem Karaduman Vural daxuyakirin ku wek gelê Gimgimê bi têkoşîna dimeşînin gel tînin gel hev û têkoşîneke bê berjewendî tê meşandin. Eylem Karaduman Vural wiha got: “Îro bi hêza k udi bin sîwaneya ekolojiyê de hatin gel hev, girseyek ku ekolojiyê diparêze ava bû. Her kes ji bo tiştekî têdikoşe. Ji bo gund, av, ax , dar û xweza xwe têdikoşin. Kes kesî sûcdar nake û ji bo hebûna xwe têdikoşe. Ciwanan gotin wê heta dawî têbikoşin. Jinan û hemû aliyan xwe tevli vê têkoşînê kirin. Xweza jine, ax jin e. Em jî wek zarokên wê bi vê esasê xweza xwe diparêzin û têkşoînê dimeşînin.”
 
Gav bi gav talana ekolojiyê
 
Eylem Karaduman da zanîn ku gavên hilweşîna ekolojiyê her diçe mezin dibin û got: “Me ev li Çîgliyê dît. Ewil wek mijarek hêsan a xwezayê bê dîtin jî ez bixwe li Îzmîrê mezin bibûm. Cilê lê rudiniştim wek gund bû. Ewil bi fabrîqeyan destpêkirin. Gotin cihê kar in. Heta santralên termîkê hatin. Bermahiyên van fabrîqeyan zirar dan xwezayê. Xweza hat tunekirin. Niha ez li mirovên vedigerin gundê xwe dinêrim, tenduristiya kesî nebaşe ji ber li wir jiyan.”
 
‘Kî vê dewlemeniyê talan dike?’
 
Eylem Karaduman Vural daxuyakirin ku gotinên wekê ku proje wê bê betalkirin hene lê hîna gavek fermî nehatiye avêtin û wiha bi dawî kir: “Çav berdane vir. Çav berdane dewletmendiya vir. Çavbirçînê. Gelo kî xwezayê talan dike yên çavbirçî talan dikin. Wê gel koçber bibe. Ev şerekî topyekune. Hemû cih û war, nebat û zindî di bin xetereyê de ne. Der barê Gimgimê de gelek daxuyanî hatin dayîn, xebat hatin meşandin. Jin û ciwanan bi hev girtin. Hatin gel hev. Ji gundiyan re tiştên pêwist hatin gotin. Gel xetereyê dizane. Hemû Gimgim di vê platformê de ye. Hemû bûne yek dil armanc wan ji bo xweza wan ji bo warê nae. Em ê 24’ê Nîsanê de mîtîngê pêk bînin. Em hemû kesî dipên vê mîtîngê.”