Pervîn Buldan: Daxwaza me ne aşitiyeke ji rêzê, aşitiyeke birûmet e

  • 15:04 23 Îlon 2026
  • Rojane
WAN - Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Buldan li Wanê serdana Dayikên Aşitiyê kir. Pervîn Buldan silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gihand dayikan û diyar kir ku pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in.
 
Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, li Wanê serdana Dayikên Aştiyê kir. Serdan li avahiya DEM Partiyê pêk hat û parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê û nûnerên saziyên sivîl tev li serdanê bûn.
 
‘Pêşengên berxwedanê dayik in’
 
Di serdanê de ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt axivî û bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û pirsgirêka Kurd. Gulşen Kurt wiha got: “Ev pêvajo encama salan e ku li hemberî zilm, zordarî û polîtîkayên şer gelê Kurd berxwedaneke mezin dimeşîne. Ev têkoşîn berî her tiştî hemû qad û her çar parçeyên Kurdistanê di nav xwe de digire. Di nav vê berxwedanê de jî pêşengiya herî mezin jin û Dayikên Aşitiyê dikin.”
 
‘Ji Îmraliyê silavên Birêz Ocalan hene’
 
Piştî Gulşen Kurt, Endama Komîsyona Îmraliyê Pervîn Buldan anî ziman ku di hevdîtina xwe ya dawî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan silav li Dayikên Aştiyê kiriye û wiha pê de çû: “Berî her tiştî ez silavên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di hevdîtina dawî ya 13yê Îlonê de gihandibû me, ji hemû dayikan re tînim. Têkoşîna aşitiyê têkoşîneke zehmet e û di refên herî pêş ên vê têkoşînê de dayik û jin hene. Ji ber ku mexdûrên herî mezin ên şer ew in ku zarokên xwe dane axê.”
 
‘Daxwaza me ne aşitiyeke ji rêzê, aşitiyeke birûmet e’
 
Pervîn Buldan di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: “Heke em îro aşitiyê dixwazin, ji bo ku kezeba tu dayikeke din neşewite, tu zarok jiyana xwe winda nekin û nekeve bin axê em dixwazin. Ev erd û ev erdnîgarî rastî êşên gelekî mezin hat. Tu malbat nema ku berdêl nedabe; an zarokê wan çû bin axê, an ket girtîgehê an jî hate surgûnkirin. Êdî piştî vê demê daxwaza me ew e ku berdêl neyên dayîn û maf û hiqûqa gelê Kurd bê nasîn. Daxwaza me ne aşitiyeke ji rêzê ye, em aşitiyeke birûmet diparêzin.”
 
‘Hêza pêşeng a pêvajoyê dîsa dayik in’
 
Pervîn Buldan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku baweriya wan bi rola dayikan heye û got: “Di vê têkoşînê de dîsa berpirsiyarî û erka herî mezin dikeve ser milê dayikên me. Em dizanin û jê bawer dikin ku dayikên me di vê pêvajoya aşitiyê de jî, mîna berê, dê bibin hêza pêşeng a vê berxwedan û tevgerê.”