Koma 5'emîn a koçberan gihîşt warê xwe

  • 13:23 11 Gulan 2026
  • Rojane
NAVEND NÛÇEYAN - Koma pêncemîn a Koçberên Efrînê yên ji Qamişloyê bi rê ketibûn duh bi şev gihiştin warê xwe.
 
Koma çaremîn a koçberên Efrînê sibeha Înê, di çarçoveya rêwîtiyên vegerê yên rêxistinkirî de li bajarê Hesekê kom bûn û ji wir ber bi Efrînê ve ketin rê. 1000 malbat bûn du beş û beşa ewil anku Koma 4emîn êvara roja Şemiyê gihîşt Efrînê. Lê beşa duyem anku Koma 5emîn ya ku duh serê sibê ji Qamişloyê ketibû rê, duh nîvê şevê gihîşt warê xwe Efrînê.