Bi minsebeta Roja Dayikan çûn serdana Dayikên Aştiyê
- 14:25 11 Gulan 2026
- Rojane
AMED - Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, bi boneya Roja Dayikan, serdana Dayikên Aştiyê kirin.
Bi minasebeta pîrozkirina Roja Dayikan, Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, ligel endamên Meclisa Şaredariyê û alîkarên xwe, çûn serdana Dayikên Aştiyê. Hevşaredaran tekez kir ku daxwazên dayikên rasterast şahidên êş û xemgîniyê ne, lê dîsa jî bi israr parêzvaniya aştiyê dikin, xwedî nirxek pir mezin e. Wan got ku divê tevahiya civakê guh bide dengê van dayikan.







