Li Mexmûrê 2'yem Konferansa Komînan destpê kir
- 11:44 12 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 2'yem Konferansa Komînên Wargeha Mexmûrê, bi şîara “Bi rihê avakirina komînan ber bi civaka komînalîst ya demokratîk ve’ destpê kir.
2'yem Konferansa Komînên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) bi şîara “Bi rihê avakirina komînan ber bi civaka komînalîst ya demokratîk ve’ bi tevlîbûna 200 delegeyan destpê kir.
Konferansa ku li Mala Gel ya Mexmûrê tê lidar xistin, endan û rêveberên saziyan û şêniyên wargehê tevlî bûn.
Di salona konferansê de wêneyên Rêber Apo, damezirînerên PKK’ê Sakîne Cansiz, (Sara) Alî Haydar Kaytan (Fuat) û Riza Altûn û pankartên “Komîn Şêwazê Jiyana Azad ya Civakbûna Raste”, “Jinên Ciwan li Banga Rêber Apo Xwedî Derdikevin Jiyana Komînal Ava Dikin”, “Dîrok Ne Şerê Çîne Şerê Dewlet û Komînane” û “Bi Şîara Banga Aştî û Civaka Demokratîk Bi Pêşengiya Jinan Emê Aşîtiyê Mîsoger bikin” hatibûn daliqandin.
Piştî deqeyek rêzgirtin axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel ya Mexmûrê Elî Bilehî ve hat kirin.
Elî Bilehî destnîşan kir ku di rewşek wiha girîng de pêkanîna konferansa komînan pir girînge û diyar kir yek ji lingên esasî ya rêxistina wan li ser bingehê avakirina komîn û jiyana komînale.
Elî Bilehî anî ziman ku israra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li dijî pergala Kapîtalîst, avakirina rêxistinbûna civakî li ser esasê avakirina komînê çêdibe û got; “Çawa ku Rêber Apo dibêje ‘Ez ji vir derbikevim, ezê biçim gundê xwe komîna xwe ava bikim.’ Ev jî bi me dide nîşandan ku komîn avakirina rêxistinbûna civakî ye.”
Elî Bilehî di dewamê de da zanîn ku di serdema Kapîtalîzmê de (Pênaseyeke Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kujerê Kastîk) ew qasî bi hêz bûye ku nefes li mirovahiyê, xweza û lawiran biriye û destnîşan kir ku ji bo civak carek din nefes bigire, dubare xwe bi rêxistin bike, bi îrade û bawerî bibe, Rêber Apo di avakirina komînan de israr dike.
Elî Bilehî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê cîhanê yê sêyemîn û got: “Eger îro di şerê cîhanê yê sêyemîn de em wek civaka Kurd, dikarin bi fikir û felsefeya Rêber Apo, destkeftiyên xwe biparêzin. Em dikarin bibin alternatîfek li hember hêzên hegomonîk. Ev jî bi saya Rêber Apo, berdêlên şehîdên me ku di vê oxirê de hatine dayîn û têkoşerên me ne ku li dijî êrişên dijmin ku dibin bersiva berxwedanê.”
Piştî axaftina vekirinê, dîwana konferansê hat hilbijartin.
Konferans bi xwendina perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û xwendina Roporê xebatên komînan ya salekê berdewam dike.







