Rapora girtîgehên Behra Reş:Tecrîd û binpêkirin didomin
- 17:40 1 Tebax 2026
- Rojane
ENQERE - Heyeta ji Parlamenterên DEM Partiyê pêk tê de rbarê 6 girtîgehên li herêma Behra Reş rapora binpêkirinan amade kir. DEM Partî di rapore de destnîşan kir ku girtî rastî sepanên tecrîd, lêgerîna nava dev, astengkirina mafê tenduristiyê tên û bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.
Heyeta DEM Partiyê ya ji parlamenter Newroz Uysal Aslan, Sabahat Saritaş Erdogan, Onur Duşunmez û Omer Faruk Hulaku pêk tê di 8 û 12ê Hazîranê de serdana 6 girtîgehên herêma Behra Reş kirin û li girtîgehan lêkolîn û çavdêrî kirin. Heyetê piştî serdanan, rapora xwe ya amade kirine bi raya giştî re parve kirin. Rapor ji 47 rûpelan pêk tê û di xwe de şert û mercên girtiyên li Gîrtîgeha Tîpa T a Tokatê, Girtîgeha Tîpa S a Samasun a Kavakê, Girtîgeha Tîpa T a Bafra ya Samsunê, Girtîgeha Tîpa S a Çarşamba ya Samsunê, Girtîgeha Tîpa L a Espiyê ya Gîresunê, Girtîgeha Tîpa T a Beşukduzu ya Trabmzonê û Girtîgeha Tîpa L a Kalkanderê ya Rîzeyê tên ragirtin dihewîne.
Di raporê de hat destnîşan kirin ku li gor serdan û tespîtên li girtîgehan hatine kirin, li gelek girtîgehan heman binpêkirin rû didin û wiha qala binpêkirinên mafan hat kirin: “Li gor ragihandinên girtiyan, tevî girtîgeh cuda jî bin, pirsgirêk û binpêkirinên mafan dişîbin hev. Binpêkirinên mafan ên weke, xwe gihandina mafê tenduristiyê, lêgerîna nava dev, sepandina polîtikayên tecrîdê, astengkirina mafê vergirtina agahiyan, kêmbûna xebatên werzîş û çandî, li girtîgehên dûrî malbatê ragirtin, pêk neanîna daxwazên sewkê , sepanên bêhiqûqî yên Lîjneyên Çavderî û Rêveberiya Girtîgehan li hemû girtîgehan tên jiyîn. Her wiha girtiyên li Rojavayê Kurdistanê di girtîgehan de tên ragirtin li gel van pirsgirêkan hin pirsgirêkên taybet re jî rû bi rû dimînin. Girtiyên Rojavayî nikarin bi malbatên xwe re tekiliyê daynin û xwe bigihînin pirtûk û çavkaniyên bi Kurdî.
Encam û daxwaz
Rapor yek bi yek li ser hurgîliyên pirsgirêkên girtiyan sekinî. Di dawiyê raporê de ji bo girtiyan ev daxwaz hatin kirin.
“*Divê sepanên lêgerîna nava dev demildest bi dawî bibe.
*Divê hemû astengiyên li pêşiya mafê xwe gihandina tenduristiyê ben rakirin.
*Divê pêşî li berdana girtiyên siyasî were vekirin.
*Divê Lîjneyên Çavderî û Rêveberiyê bên rakirin.”







