Şandeya DEM Partiyê çû Îmraliyê
- 13:30 2 Tebax 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, çû Girava Îmraliyê.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Girava ve Îmraliyê bi rê ket. Piştî hevdîtinê tê payîn ku şande daxuyaniyê bide.
Şande herî dawî di 20’ê Tîrmehê de çûbû Girava Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Di vê hevdîtinê de “qanûna çarçoveyî” hatibû gotûbêjkirin.







