'Azadiya Abdullah Ocalan mifteya aştiyê ye'
- 10:04 3 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelatgirên Nobelê jî di nav de 14 kesayetan li ser fikir û azadiya Rêber Abdullah Ocalan nirxandin ji rojnameya Yenî Yaşamê re kirin.
Rewşenbîr, fîlozof, aktîvîst û siyasetmedarên ji deverên cuda yên cîhanê, têkildarî Rêber Apo peyam dan.
Xelatgira Aştiyê Şîrîn Ebadî diyar kir ku Rêber Apo weke her carê nêta xwe ya baş nîşan da û gelekî girîng e ku ji nava mercên îzolasyonê bê derxistin. Ebadî got, Rêber Apo gava pêwîst avêt û niha dora gavavêtinê hatiye dewletê, lewma divê azad bibe.
Nûnera Navneteweyî ya Sinn Feine Martina Anderson jî Rêber Apo weke sembola berxwedana gelê Kurd a li dijî zilmê pênase kir û got, "Rêya çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd azadiya Ocalan e."
Ji civaknas û fîlozofên li cîhanê naskirî John Hollowoy anî ziman ku fikrê Rêber Apo li cîhanê belav dibe û destnîşan kir ku pêvajoya heyî divê xwe bispêre komînal an jî demokrasiya kolektîfbûyî. Hollowoy got, "Ez ji dil hêvî dikim ku dewleta Tirk bersiva erênî bide peyama aştiyê ya Ocalan."
Xelatgira Aştiyê Jody Williams jî got, "Ji bo tevkariya li pêvajoyê divê Ocalan azad bibe" û ev peyam da: "Min dixwest ji devê wî li pêvajoya guherînê guhdar bike. Ev yek dibû tiştekî weke pêvajoya guherînê ya Mandela."
Keça Murray Bookchin, Debbi Bookchin ragihand ku şert e çep a li cîhanê li dijî modernîteya kapîtalît bibe yek û destnîşan kir ku Rêber Apo qala vê yekê bi xwe dike. Bookchin got, "Paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Birêz Ocalan ji bo jiyaneke wekhev, demokratîk, ekolojîk, femînîst, bi edalet û azadîparêz nexşerêyeke girîng e."
Epîdemiyolog ê Îtalî Dr. Gianni Tognoni got, "Ocalan û fikrên wî ji bo min ew e ku ji bo şîrovekirina şêweyê jiyanê yê ku pêwîstiya serdema heyî pê heye, weke modelekê bê dîtin."
Parêzera mafên mirovan a navneteweyî Michela Arricale destnîşan kir ku azadiya Rêber Apo ne tenê ji bo meseleya Kurd, her wiha ji bo aştiya li Rojhilata Navîn û jê wêdetir, gaveke diyarker e. Her wiha xwest serdana Îmraliyê bike û hêza Rêber Apo ya têkoşîna demokratîk û siyasî hîn bibe.
Endamê Parlamenta Brîtanyayê Bambos Charalambous diyar kir ku di mijara çekdanîna PKK'ê û hilbijartina rola aştiyê de Rêber Apo bi rola diyarker rabû. Lewma xwest ku mafên gelê Kurd bibe parçeyekî bingehîn ê danûstandinên destûra bingehîn.
Hevkoordînatorê Progressive International David Adler got, azadiya Rêber Apo rêya azadiya gelê Kurd û aştiya li cîhanê ye.
Serokê Sinn Feinê Declan Kearney anî ziman ku divê aliyê Kurd di çarçoveya hewldanên PKK'ê û lîderiya Abdullah Ocalan de gavên cihê baweriyê biavêje.
Serokwezîrê berê yê Îngilistanê Jeremy Corbyn diyar kir ku berdana Ocalan wê bibe gaveke girîng ji bo aştiyê û pêvajoya ber bi naskirinê ve.
Wezîrê Karên Hundir ê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson got, "Bi dîtina min em bi Ocalan re bi heman zimanî diaxivin. Serketin ew e ku civakê ber bi başiyê ve bibe. Serketin civakî ye." Her wiha bang li hêzên NATO'yê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û her kesî kir ku tevkariyê li pêvajoya aştiyê bikin.
Serokwekîlê Meclîsa Federal a Elmanyayê Bodo Ramelow got, gelekî girîng e ku Rêber Apo bê berdan û bibe parçeyek ji pêvajoya aştiyê. Bodo Ramelow ev bang kir, "Ji kerema xwe Abdullah Ocalan serbest berdin ku karibe bibe parçeyek ji vê pêvajoyê. Û destê ku wî dirêj kiriye qebûl bikin, bi gotina 'Ji bo aştiya li Tirkiyeyê em bi hev re bixebitin."
Raportorê Tirkiyeyê yê Parlamenta Ewropayê Nacho Sanchez Amor jî diyar kir ku ew banga Rêber Ocalan bi kêfxweşî pêşwazî dikin û got, "Ev yek hêviyeke nû li vî welatî diafirîne. Divê ev hêvî belasebep neçe. Ev firsendeke."







