Akademiya Jinan a Kilavuzê hat damezrandin

  • 18:50 19 Cotmeh 2026
  • Rojane
STENBOL - Akademiya Jinan a Kilavuzê, ku bi armanca berfirehkirina têkoşîna jinan, xurtkirina hilberîna kolektîf û avakirina hevgirtinê li dijî pergala baviksalariyê hatiye damezrandin, bi îmzeyên 138 jinan damezrandina xwe ragihand.
 
Jinên dilxwaz, ku ji sala 2025’an vir ve li Stenbolê bi beşdariya zêdetirî 400 jinan semîner, perwerde û çalakiyan li ser mijarên têkoşînê yên cûrbecûr li dar dixin, Akademiya Jinan a Kilavuzê damezrandin. Danezana damezrandinê, ku ji hêla 138 jinên ji pîşe û  temenên cûda ve hatiye îmzekirin, dê heta 1’ê Mijdarê ji bo îmzeyên hemî jinan vekirî bimîne. Damezrînerên akademiyê ragihandin ku îmzeyên piştgiriyê hîn jî bi rêya formên ku li ser hesabên wan ên medyaya dîjîtal têne parvekirin têne berhevkirin.
 
Komxebatên bi rêya onlineyê
 
Akademiya Jinan a Kilavuzê dê komxebat, panel, komên xwendinê û perwerdehiyên hem bi awayekî rû bi rû û hem jî bi rêya onlineyê li dar bixe da ku parvekirina ezmûnan di navbera jinan de hêsan bike û têkoşînên wan bike yek. Akademi dê her weha belavkirina kelûpelên destçêkirî yên ji hêla jinan ve  berfirehtir  bi rêya torên hevgirtinê hêsan bike û dê ji jinên ku li dijî tundûtûjî an binpêkirinên mafên mirovan piştgiriya qanûnî digerin re xizmetên şêwirmendiyê peyda bike.