Li Kobanê ji bo pakrewanan merasîma bîranînê
- 10:23 21 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo pakrewanên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li Kobanê kon hate vedan. Ji herêma Cizîrê jî gel ji bo tevlîbûna li bîranînê bi rê ket.
Li Şehîdgeha Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê, konê bîranîna 68 gerîlayên YJA Star û HPG'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn, hate vedan. Tê payin ku bîranîn bi rengekî girseyî pêk were.
Karwanê gel doh ji bajarê û bajarokê Til Temir, Hesekê, Zirgan, Dirbêsiyê, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Til Koçer, Amûdê, Tirbespiyê û Çilaxa ji bo beşdariya merasîmê li Çerxerêya Qendîlê a li Til Temirê kom bû û ber bi Kobanê ve bi rê ket.
Bi wesîleya merasîmên bîranînê li bajarê Kobanê dikan û bazar hatin girtin.
Li gorî Meclîsa Malbatên Şehîdan, wê di merasîmên bîranînê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan, li ser navê Koordînasyona Kongreya Star û her wiha li ser navê partiyên siyasî, Kongreya Îslama Demokratîk û gelek saziyên din axaftin bên kirin.
Di bîranînê de wê peyama bi dîmen a Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan û sînevîzyonek li ser jiyan, têkoşîn û fedakariya pakrewanan bê nîşandan.







