Mihrîcana Şanoyê bi coşek mezin bi dawî bû

  • 22:26 2 Gulan 2026
  • Çand û Huner
AMED - 11’êmîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê di roja 11’emîn de bi coşek mezin bi dawî bû.
 
11’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja 11’emîn de li ÇandAmedê berdewam kir. Di nava rojê de lîstika bi navê “The Letter” ku derhênerê wî Nullo Facchini e, hat nîşandan.
 
Her wiha îşev jî lîstika bi navê “RAR” ku derhênerê wî Ezzeddine BCHIR e, li ÇandAmedê hat nîşandan. Lîstika ku hat nîşandan rastî eleqeyek mezin hat. Piştî lîstkê, ji lîstikvanan re plaket hat dayîn.
 
Mihrîcan piştre bi gerandina govenda ya kesên ku ji derveyê welêt hatine û gelên Amedê ve bi dawî bû.