Mustafa Turkay Sonel bi dirûşmeya ‘kujer’ ji edliyeyê hat derxistin

  • 21:21 18 Nîsan 2026
  • Rojane
DÊRSIM – Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de Mustafa Turkay Sonel ku hat girtin, bi dirûşmeya ‘kujer’ ji edliyê hat derxistin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de derbarê kurê Waliyê Dêrsîmê Tuncay Sonel, Mustafa Sonel de biryara girtinê hat dayîn. Piştî sekinandina demek dirêj Mustafa Turkay Sonel di bin ewlehiya cendirme û polîsan de ji edliyê hat derxistin. Di dema derxistina ewlehiya wek dîwar de girse dirûşmeya “kujeran neparêzin” berzkirin ve bertek nîşan da. Mustafa Turkay Sonel, bi dirûşmeya ‘kujer Sonel’ sîwarê otobûsa zirxî hat kirin.