Dema binçavkirina Tuncay Sonel hat dirêjkirin
- 12:58 19 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM –Di çarçoveya lêpirsîna Waliyê Dêrsimê yê wê demê Tuncay Sonel ku hatibû binçavkirin de, dema wî ya binçavkirinê hat dirêjkirin.
Ji 5’ê Çileya 2020’î vir de derbarê xwendekara Zanîngeha Munzûrê Gulistan Doku de tu agahî ku nedihat girtin. Lêpirsîna di vê çarçoveyê de hatiye destpêkirin berdewam dike. Di çarçoveya lêpirsînê de Waliyê Dêrsimê yê wê de Tuncay Sonel di 17’ê Nîsanê de hat binçavkirin.
Tuncay Sonel ê ku birin Erziromê, dema wî ya binçavkirinê hat dirêjkirin. Tuncay Sonel li Midûriyeta Polîsan a Erziromê tê girtin.







