Banga ji bo 1'ê Gulanê

  • 12:18 21 Nîsan 2026
  • Ked/Aborî
STENBOL - DEM Partiya Stenbolê: Bi daxwaza aştiyê em ê li qada 1'ê Gulanê bin
 
Rêxisitna DEM Partiyê ya Stenbolê derbarê amedakariyên 1'ê Gulanê de daxuyanî da û diyar kir ku ji bo daxwaza aştiyê pêk were ew ê li qadan bin û got: “Em ê ji bo qebûlkirina mafên hemû gelan li qadên 1ê Gulanê bin.”
 
Ber bi 1'ê Gulanê ve amedakariyên partiyên siyasî, sendîka û saziyên karkeran didome. Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê li avahiya xwe ya Beyogluyê derbarê amedakarî û plansaziya 1ê Gulanê de daxuyanî da. Metna daxuyaniyê tenê Tirkî bû û ji aliyê Hevberdevkê Komîsyona Kedê ya DEM Partiyê ya Bajêr Seyfettîn Gulengul ve hate xwendin. Li eywanê pankarta “Ji bo ked, aştî û edaletê bi hev re 1ê Gulanê” hate daliqandin. Rêveber û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî tev li daxuyaniyê bûn.
 
‘Ji bo rawestindina şer li qadan bin’
 
Beriya daxuyaniyê, Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî. Arîfe Çinar anî ziman ku ew her dem ji bo mafên gelan li qadan bûn û got: “Ji bo rawestindina şer li qadan bin. Ji bo çareser kirina pirsgirêka Kurd bi awayekî aştiyane em ê li qadan bin. Em wekî DEM Partiyê amedekariyên xwe didomînin. Li atolye, park û kolanan me gel vedixwînin pîrozbahiya 1ê Gulanê.”
 
‘Şer nanê karkeran kêm dike’
 
Seyfettîn Gulengul jî daxuyanî xwend û diyar kir ku li dijî şer û xîzaniyê ji bo jiyanekê azad û demokratîk ber bi 1ê Gulanê ve diçin û wiha got: “Van rojên her ku diçe jiyana karkeran zehmettir dibe em diçin 1ê Gulanê. Şer nanê karkeran kêm dike. Şer pêşiya lêgerîna mafan digire. Ji bona wê aştî ji bo karker û kedkaran wekî avê pêwistî ye. Pêvajoya ku em di nav de derbas dibin diyar dike ku aştî û jiyanekê azad hesreta gelan e. Her roj karker jiyana xwe ji dest didin. Ji bo daxwazên me werin bicihanîn wê têkoşîna me berdewam bike. Ji bo vê yekê em ê di 1ê Gulanê de li qadan bin.”
 
‘Em ê ji bo mafên gelan gelan li qadan bin’
 
Seyfettîn Gulengul destnîşan kir ku ji bo daxwaz û pêdiviyên karkeran werin bicihanîn ew ê dengê xwe li qadan bilind bikin û got: “Em ê têkoşîna xwe bi bawerî berdewam bikin. Ji bo daxwaza aştiyê em ê li qadan bin. Em ê ji bo qebûlkirina mafên hemû gelan li qadan bin. Bijî 1ê Gulanê.”