Derheqê rojnameger Oznûr Deger de dozek nû hat vekirin
- 11:54 20 Nîsan 2026
- Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hinceta ku di dema binçavkirina de bertek nîşanî îşkenceya lê hatiye kirin û tundiya li dijî malbata wê daye, der heqê rojnameger Oznûr Deger de dozeke nû hat vekirin.
Der heqê Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Oznûr Deger de, dozeke nû hat vekirin. Hat zanîn ku ji ber di 7’ê SibAta 2025’an di dema binçavkirinê de bertek nîşanî îşkenceya lê hatiye kirin û zexta psîkolojîk a li malbata wê hatiye kirin daye, bi îdiaya “ji bo peywirê nede kirin li ber xwe da” û “heqaretê” doz lê hate vekirin.
Îdianameya ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Qoserê ve hate amadekirin, ji hêla 6’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Qoserê ve hate qebûlkirin. Di heman demê de der heqê xwişk û dayika Oznûr Degerê de jî bi îdiaya “ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” doz hate vekirin.
Danişîna ewil a dozê dê di 14’ê Tîrmehê de were lidarxistin.







