Rapora tundiya zayendî: 67 serlêdan

  • 11:52 22 Nîsan 2026
  • Rojane
STENBOL - Li gorî rapora xebatên 2025’an a Komeleya Têkoşîna dijî Tundiya Zayendî, 67 kesên ku xwe gihandine xeta serlêdanê, herî zêde rastî cûrê tundiya zayendî hatîne, êrîşên zayendî, şopandina bi israr û tundiya onlîn di nava binpêkirinan de cih digrin.
 
Komeleya Têkoşîna dijî Tundiya Zayendî rapora xwe ya xebatê ya 2025’an weşand. Di raporê de hate diyarkirin ku li gel binpêkirinên mafan, xizanî, şer û serdestiyên li Tirkiye û dinyayê, tundiya zayendî bi awayên cûda belav bûye.
 
Li gorî raporê, di sala 2025’an de 67 kesên serî li xeta komeleyê dan, desteka hiqûqî û psîkososyal pêkanîne. Di serlêdanê de cûrê tundiyê yê herî zêde tê dîtin, tacîza zayendî, êrîşên zayendî, şopandina bi israr û tundiya zayendî ya onlîne, tundiya flort û tundiya di nava malê deye.
 
Di raporê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku beşek girîng a serlêdanan, ên dijîn hem di xwegihandina pêvajoyên hiqûqî hem jî xwegihandina mekanîzmayên desteka ewlehiyê de zorî jiyan kirine. Divê çarçoveyê de rasterast şêwermendiya hiqûqî dane 33 kesan. Di hinek bûyeran de pêvajoyên giliyên fermî hate destpêkirin.   
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku bi taybet tundiya zayendî ya onlîn û tundiya flort zêde bûye. Di demên ku îfşa li ser medyaya dijîtal zêde bûyî de, pêwîstiyên serlêdanan jî zêde bûne.
 
Di raporê de hate îfadekirin ku tundiya zayendî tenê bi êrîşa fîzîkî sînordar nebûye, gelek cûrên tundiyê pir alî ku qada dijîtal digre nava xwe zêde bûye.
 
Li gorî raporê, komeleyê bi atolye, semîner û naverokên dijîtal xwe gihandine bi sedhezaran kesan. Bi xebatên perwerde û hişyariyê bi giştî xwe gihandine nêzî 310 hezar kesan. 
 
Di çarçoveya bernameyên derbarê ciwanan de hatî meşandin de, rasterast bi sedan ciwan re kom bûne. Di xebatên derbarê zarok, dayîk û bavan de mafê gotinê yê bedenî û çanda erêkirinê derket pêş. 
 
Di raporê de hate destnîşankirin ku tundiya zayendî ne kesiye, pirsgirêkek pergaliye û hate diyarkirin ku di têkoşînê de nêzîkatiya di bingehê mafê de û piştevanî diyar kere.