Di lêpirsîna Gulistan Doku de du xebatkarên nexweşxaneyê serbest hatin berdan

  • 22:09 27 Nîsan 2026
  • Rojane
DÊRSIM - Xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Burçin Yerlikaya û Yucel Erdem ên di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan. 
 
Xebatkarên Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê Burçin Yerlikaya û Yucel Erdem ên di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de di 25'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna li dogzeriyê ji aliyê dadgehê ve serbest hatin berdan. Her du xebatkar ên piştî îfadeya li qereqola cendirmayan, îro sewqî Edliyeya Dêrsimê hatin kirin, ji aliyê dadgehê ve bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.