Doza rojnamegeran hat taloqkirin

  • 12:03 28 Nîsan 2026
  • Hiqûq
 
STENBOL- Doza rojnamevanên ku ji ber wergirtina heqê telîfê tên darizandin, ji bo lêkolînkirina materyalên dîjîtal hat taloqkirin.
 
Duyemîn danişîna doza rojnamevan Erdogan Alayûmat, Gulcan Derelî, Sûzan Demîr, Tûgçe Yilmaz, Kemal Taylan Abatan, civaknas Berfîn Atlı û wergêr Serap Guneş bi hinceta wergirtina heqê telîfê bi îdiaya "bi zanebûnî û xwestekî alîkariya rêxistinê" tên darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Hin rojnamevan û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.
 
Danişîn bi tespîta nasnameyê dest pê kir. 
 
Di danişînê de heyeta dadgehê diyar kir ku çendî di danişîna berê de biryar hatibû dayîn ku materyalên dîjîtal bê lêkolînkirin jî, lê materyal hîn nehatine lêkolînkirin. Heyetê ji bo lêkolînkirina materyalên dîjîtal danişînê taloqî 17'ê Îlonê kir.