Dayikên Şemiyê: Em dest ji têkoşînê bernadin
- 15:36 13 Hezîran 2026
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê, di çalakiya xwe ya heftane de, daxwazên xwe yên ji bo edalet û rastiyê dubare kirin, di heman demê de daxwaza eşkerekirina cihê gora Veysel Güney kirin ku piştî darvekirina wî cihê veşartina wî nayê zanîn.
Dayikên Şemiyê ku 1107 hefte ne ji bo daxwaza bersivên li ser aqûbeta xizmên xwe yên ku di dema binçavkirinê de hatine windakirin çalakiyê li dar dixin û daxwaza darizandina berpirsiyaran dikin, li Qada Galatasarayê kom bûn. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn, çalakvanan wêneyên windayan û qurnefîlên sor hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Veysel Güney hat pirsîn ku piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê hate darvekirin û cihê veşartina wî nayê zanîn.
Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Îkbal Eren ve hate xwendin.
'Em ê çîrokên kesên ku bê gor winda bûne vebêjin'
Îkbal Eren diyar kir ku gor beşek girîng a bîra civakî ne û got, "Hiştina mirovek bê gor hewldanek e ku ew ji bîra civakî û dîrokê were jêbirin e. Ji ber vê yekê, em navên hezkiriyên xwe yên windabûyî yên ku bê gor û bê cihekî mayînê hatine armanckirin ku ji bîrê werin derxistin, zindî dihêlin û çîrokên wan di qada giştî de vedibêjin."
Îkbal Eren, girîngiya eşkerekirina cihên veşartina kesên ku di binçavan de hatine windakirin û yên ku ji hêla dewletê ve hatine tunekirin bi bîr xist û got, "Eşkerekirina cihên veşartina kesên ku di binçavan de hatine windakirin û yên ku ji hêla dewletê ve hatine tunekirin yek ji şertên bingehîn ên ji nû ve avakirina bîr, edalet û rûmeta mirovan e."
Îkbal Eren her wiha got, "Veysel Guney ê 24 salî, di 28'ê Kanûna 1980'an de, piştî darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê, li Dîlokê di serdegirtina malekê de birîndar hate girtin. Di tevahiya dema girtina xwe de di hucreyekê de hate girtin. Destûr nehat dayîn ku kesî, tevî malbata xwe bibîne."
Bêyî biryara parlementoyê hate darvekirin
Eren destnîşan kir ku Veysel Guney ku li Dadgeha Leşkerî ya Hejmar 2 ya Fermandariya Leşkerî ya Herêma Edeneyê hate darizandin, daxwaza wî ya parêzer jî hate redkirin û mafê wî yê parastinê hate paşguhkirin û "Di 17'ê Sibata 1981'an de, bêyî ku delîlek hebe ku sûcdariyên li dijî wî îspat bike, cezayê darvekirinê lê hate birîn." Eren zêde kir ku darvekirina Veysel Guney bi qanûnek taybetî ya ku bêyî biryara parlementoyê hate derxistin, hate hêsankirin û ew di 10'ê Hezîrana 1981'an de li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê hate darvekirin.
‘Piştî darvekirinê cenazeyê wî hate windakirin’
Îkbal Eren behsa bûyerên piştî darvekirinê kir û got: “Piştî Veysel hate darvekirin, pênûs, cixare û çeqmeqa wî bi qeydek nivîskî radestî bavê wî Alî Guney kirin. Lê, cenazeyê wî, ku bi girteka hejmar 266’an di 10’ê Hezîrana 1981’an ji bo radestî bavê wî bikin didin fermandar Burhan Erdem hate windakirin.”
Îkbal Eren, bal kişand ser daxuyaniyên dozger Mete Gokturk, yê di pirtûka xwe ya bi navê ‘Ma We Edalet Dît?’ ku piştî salan hat weşandin ku di dema darvekirinê de amade bû û wiha got: “Gokturk nivîsand ku ti belge tunene ku Veysel Guney sûcdar bike. Wî her wiha gumanên xwe yên li ser ka darizandin bi awayekî bêalî û adil hatiye kirin an na, bi raya giştî re parve kir.”
Îkbal Eren îfade kir ku malbat bi salan ji bo dîtina cihê veşartinê têkoşiyaye û got: “Malbat û hevalên Veysel, dema ku li cihê wî digeriyan, qeyda dawî ya Rêveberiya Goristanên Dîlokê ya 9’ê Hezîrana 1981’an, di sala 2006’an de dîtin. Di vê qeydê de tê gotin ku kesekî 'nenas' hatiye darvekirin û di gora hejmar 105341 de hatiye veşartin.”
Îkbal Eren di derbarê lêkolînên DNA’yê de wiha got: “Lê belê, vê raporê hem di nav malbata Guney de û hem jî di nav raya giştî de gumanên cidî derxistiye holê. Pirsên li ser ka rapor rastiyê nîşan dide û gelo nimûneyên ku ji Tiba Edlî re hatine şandin rast in, hîn jî bêbersiv mane.”
‘Em ê dev ji daxwaza hesabpirsînê bernedin’
Îkbal Eren, gotina dayîka Veysel Guney, Zeynep Guney, bi bîr xist û got: “Min wêneyê kurê xwe di çavê xwe de xêz kiriye, navê wî li ser zimanê xwe nivîsandiye û gora wî di dilê xwe de kolaye.” Îkbal Eren destnîşan kir ku Zeynep Guney di sala 2012’an de û Elî Guney jî di sala 2014’an de bêyî ku bigihîjin gora kurê xwe wefat kirine. Îkbal Eren got: “Çend sal jî derbas bibin, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Veysel Guney û hemû windakiriyên xwe bernedin; em ê dev ji bîranîna di bîrxistina dewletê ku divê ew di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de tevbigere bernedin.”
‘Êşa me wek roja destpêkê nûye’
Piştre, birayê Veysel Guney, Îsmaîl Guney, nameya ku birayê wî Ayhan Guney şandibû xwend. Di nameyê de ev tişt hatin gotin: “Ez birayê Veysel Guney im ku piştî darvekirina wî 45 sal berê cenazeyê wî winda bû. Berî çûyîna wî ya fîzîkî destûr nehat dayîn ku em Veysel bibînin. Dema ew ber bi darvekirinê ve dihat birin, me tenê karibû wî demek kurt bibînin. Di navbera me û Veysel de leşkerên çekdar hebûn. Wan destûr nedan em wî hembêz bikin. Diya min bi êşa ku heta mirina wî nekarîbû cara dawî hembêz bike jiya. Ez dixwazim hestên xwe bi dirêjî vebêjim, lê ji kerema xwe re min bibexşînin, dema ez vê dinivîsim ez nikarim hêsirên xwe kontrol bikim. 45 sal in, êşa me wek roja yekem nû ye. Wan rê li ber şahidiya wê kêliyê girt, lê dozgerê darvekirinê ku di darvekirinê de amade bû pitî 25 salan şahidiya xwe da. Diya min û bavê min, ku 31 sal in li kurê xwe yê 24 salî digerin, çavên wan vekirî ma. Wan lêgerîna xwe ya edaletê ji mere mîras hiştin. Em ê xwedî li mîrasên wan derbikevin.”
Piştî xwendina nameya Ayhan Guney, qurnefîl li ser bîrdariya li Qada Galatasarayê hatin danîn.








