Li Dîlokê şewat:Zarokekî jiyan axwe ji dest da

  • 22:16 4 Tebax 2026
  • Rojane
DÎLOK - Li Dîlokê di avahiyekê de şewat derket û zarokê 4 salî Yezen El Cesîm jiyana xwe ji dest da. Xetereya jiyana dayik û du zarokên wê yên din didome.
 
Li Dîlokê di katê çaremîn yê avahiyekê de bi guman şewat derket. Welatiyên rewş ferq kirin agahî dan ekîbên îtfaye, tenduristî û polîsan.
 
Di şewatê de jinek û sê zarokên xwe bi bnador bûn. Dayik û zarok rakirin nexweşxaneya Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîlokê.
 
Zarokê 4 salî Yezen El Cesîm jiyana xwe ji dest da. Xetereya jiyana dayik û du zarokên wê yên din didome.
 
Der barê şwatê de lêkolîn didome.