Zext û gefên li ser parêzerên li Îranê zêde dibin
- 12:35 3 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê parêzerên ku di dozên siyasî û xwepêşandanan de cih digrin, rastî zext, gef û êrîşan tên. Saziya Baroya Farsê ragihand ku li 20 parêzeran doz hatine vekirin.
Li Îranê, parêzer ji bo çalakiyên xwe yên pîşeyî û qanûnî, bi taybetî di dozên têkildarî xwepêşandan û mijarên hesas ên siyasî de, rastî zextên zêde tên. Ev yek di dozên qanûnî yên berdewam ên li dijî gelek ji wan de her wiha di zêdebûna raporên gef û êrîşan de diyar dibe.
Saziya Baroya Farsê ragihand ku piştî xwepêşandanên li Îranê, li dijî nêzî 20 parêzeran doz hatine vekirin û 12 ji wan hatine girtin. Her çendî sê parêzerên jin piştî nêzî sê mehan girtî man, vê dawiyê hatin berdan jî dozên çend parêzerên din ên girtî di bin lêkolîna dadwerî de ne.
Hewldanên baroyê û rewşa parêzerên girtî
Serokê Komîteya Parastina Parêzeran a Komeleya Baroya Farsê di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku komîte dozên parêzerên girtî dişopîne û dixebite ku fermanên girtina wan a demkî bi temînatên darayî werin guhertin da ku serbestberdana wan were misogerkirin.
Serokê baroyê rave kir ku hewldanên Komeleya Baroyê bûne sedema serbestberdana neh parêzeran. Serokê Komîteya Parastina Parêzeran diyar kir ku rewşa yasayî ya dozan diguhere; hinek ji wan hê di qonaxa destpêkê ya darizandinê de ne, hinek di qonaxa temyîzê de ne û hinek parêzeran jî biryarên xwe yên dawî girtine. Her wiha destnîşan kir ku du parêzer ku yek bi salek û yê din jî bi du sal cezayê girtîgehê hatine darizandin. Di heman demê de di dozên din de pêvajoyên yasayî bêyî ku bigihîjin çareseriyeke dawî berdewam dikin.
Li parêzgeha Farsê êrîşên li ser parêzeran
Serokê komîteyê li ser xeterên zêde yên ku parêzer li parêzgeha Farsê bi wan re rûbirû dimînin de jî diyar kir ku heftane du-sê dozên gef, lêdan, birîndarkirin an êrîşên li dijî parêzeran tên tomarkirin. Her wiha da zanîn ku hejmara bûyerên wiha mehê digihîje nêzî 14 an 15 bûyeran û hinek parêzer di van bûyeran de bi giranî birîndar bûne, hinek ji wan jî rastî tacîz û gefan hatine.
Ji bo parastina parêzeran xeta germ
Di çarçoveya tedbîrên ku ji hêla Komîteya Parastina Parêzeran ve hatine girtin de, xeteke germ a bi hejmar 3138 hatiye vekirin, her roj 24 saetan dixebite da ku raporên xetere û gefên parêzer di dema erkên xwe de bi wan re rûbirû dimînin bigre.
Li gorî serokê Komîteya Parastina Parêzeran a Baroya Farsê, armanca xeta germ ew e ku rê bide tomarkirina raporên gef, êrîş û metirsiyên din ên cihên kar, da ku komîte bikaribe van dozan bişopîne û tedbîrên pêwîst bigre.







