Li Xozatê meşa li dijî tiryak û çetetiyê
- 14:40 28 Îlon 2026
- Rojane
DÊRSIM - Meclisa Bajêr a Xozatê li dijî çeteteî û tiryaka ku li navçeyê zêde bûne, meş li dar xist.
Meclis Bajêr a Xozatê, derbarê tiryak û çetetiya ku belav dibe de li navenda navçeyê meşek li dar xist. Bi sedan kesên ku li pêşiya Remar Marektê hatin cem hev, bi pankarta “Em ê rê nedin tiryak û çetetiyê, ciwan ê me ne em ê winda nekin” heta peykerê Ataturk meşiyan. Di meşê de, “Xwedî li ciwaniya Dêrsimê derkeve” û “Li Xozatê ji dejenerasyonê re na” dirûşm hatin berzkirin. Piştî meşê Endamê Meclisa Bajêr a Xozatê Sabît Menteş daxuyaniyek da û got, li Xozatê li şûna ku mirov bê deng bimînin dema wê hatiye ku li ser pirsgirêkên ku ev demek e bûne xemeke hevpar a her kesî mirov biaxive, li şûna ku mirov temaşe bike dema wê hatiye ku mirov berpirsiyariyê li xwe bigire.
Sabît Menteş wiha axivî: “Welatiyê bi navê Hidir Dîlekçî di rojên çûyî de li ber mala xwe rastî êrişê hat. Di encama vê êrişê de pozê wî şikestiye û di gelek cihên bedena xwe derb girtiye. Em êrişê bi awayekî eşkere û zelal şermezar dikin. Lê belê meseleya bingehîn ne tenê êrişa li ser Hidir Dîlekçî ye. Meseleya bingehîn ew e ku dixwazin bi kesên ku li Xozatê hewl didin îradeya hevpar a civakê nîşan bidin bitirsînin. Ev êriş dê me netirsîne. Berevajî vê yekê, careke din nîşan da ku em li cihekî rast disekinin û em pêdiviya zêdetir piştgiriyê, zêdetir îradeyeke civakî ya rêxistinkirî ne.
Em ê li hemberî tundî, gef û tirsê careke din bi hiqûqê, bi demokrasiyê, bi piştgiriyê û bi hişê hevpar derkevin pêş. Em ji vir careke din dibêjin. Bila kesên ku dixwazin me bitirsînin bizanibin ku her êrişek, dê kelecana me ya têkoşînê hinekî din mezin bike.”
Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.







