Li girtîgehan serjimêra jinan ji sedî 57 zêde bû!

  • 09:02 19 Cotmeh 2026
  • Rojane
Oznur Deger
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnera CÎSST’ê Ozge Akyuz da zanîn ku li girtîgehan serjimêra jinan  ji sedî 57 e û got: “Em dema behsa veguherîn û aştiyeke civakî dikin, em hawireke aştiyê ya ku her kes xwe ewle hîs dike vedibêjin. Em dinêrin girtîgehên nû tên çêkirin. Bi van rêbazan pirsgirêk nayên çareserkirin.”
 
Pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ya ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 27’ê Sibata 2025’an de kir destpê kir salek û nîv li pey xwe hişt û di çarçoveya pêvajoyê de sererastkirinên qanûnî û gavên hatine avêtin tên nîqaşkirin. Di pêvajoyê de yek ji mijara ku li bendê çareseriyê ye girtîgeh in.
 
130 hezar girtî ji derveyê kapasîsteyê ne
 
Li gorî daneyên meha cotmehê ya Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Ceza de (CÎSST)  li Tirkiyeyê li 402 girtîgehên ku kapasîteya wê 304 hezar û 184 e, bi giştî 434 hezar û 337 girtî hene. Li gorî vê 130 hezar û 153 girtî ji derveyê  kontenjanê ye.
 
Li gorî raporê li girtîgehan di navbera 12-18 salî de 4 hezar û 949 zarok girtîne. 21 hezar û 179 jî jin girtîne.
 
Nûnera Qada Tematîk a Jinan a Girtîgehan ya CÎSST’ê parêzer Ozge Akyuz der barê binpêkirinên mafan yên jin li girtîgehan pê re tên rû hev nirxandin kir.
 
Dîroka girtîgehan
 
Ozge Akyuz balkişand ser dîroka girtîgehan û got girtîgeh demekê wek ‘ezab kişandin’, demekê ‘girtin’ demekê jî ‘guhertin, başkirin’ hatiye nirxandin û heta îro ji gelek astan derbas bûye. Ozge Akyuz da zanîn ku îro li şûna ku girtîgehan wek cihên başkirinê bin, bûne cihên ji civakê dûr hatine avakirinê.
 
‘2 mîlyon kes ji hepskirinê bandor dibin’
 
Ozge Akyuz daxuyakirin ku girtî ji gelek mafên xwe bêpar tên hiştin, nikarin cih bikar bînin û xwe bigihînin mafên xwe û got: “Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya CTE li girtîgehan 424 hezar û 337 girtî hene. Tirkiye civakeke sê-pênc kes di heman malbatê de dijî ye. Ji ber vê jî ji vê rewşê 2 mîlyon kes bi bandor dibin. Yên tên girtin yên tên berdan. Her tim sîrkulasyonek heye. Ji ber vê jî bandora girtinê pir berfireh e. Girtîgeh qadek jiyanê ye. Li vir qadên jiyanê yên mezin hene. Di qawişan de jiyana rojane heye.”
 
Duyemîn rêbaza cezakirinê
 
Ozge Akyuz balkişand ser metnên navneteweyî û got piştî kes tê girtin tenê ji azadiyê bêpar nayê hiştin û ji hemû mafên xwe divê fêdeyê bigire. Ozge Akyuz got piştî kes tên girtin cara duyemîn ji ber binpêkirina mafan tê cezakirin. Ozge Akyuz wiha dirêjî dayê: “Hewce bi nêzîkatiyeke giştî ya pergala edaleta cezayê heye. Divê li ser pirsên sûc çima derket holê? Çawa dikare pêşî lê bê girtin? Piştî tahliyeyê ev kes divê çi bikin? bên axaftin.”
 
‘Li girtîgehan nifûsa jinan ji sedî 57 zêde bû’
 
Ozge Akyuz balkişand ser rewşa girtiyên jin û wiha domand: “Ji salên 2000’î heta niha li girtîgehan serjimara jinan ji sedî 57 zêde bûye. Ya mêran jî ji sedî 22 zêde bûye. Ji ber vê jî jin zûtir tên girtin. Tabloyek wisa li Tirkiyeyê jî heye.  Mîmariya girtîgehan jî bandorek cidî li ser jinan dike. Jinên li girtîgehên mêran dimînin li vir bi binpêkirinên mafan re tên rû hev. Hewcedariyên xweser yên jinan li ber çavan nayên girtin. Di CTE’yê de der barê zayenda civakî de yekîne tuneye. Yekîneyeke ku ji bo hewcedariyên jinan polîtîkayê pêş bixîne tuneye. Di meha Adarê de Komîsyona Statuya Jinan a NY’ê  civîna 72’emîn li New Yorkê pêk anî. Li NY’ê yekem car girtiyên jin bûn rojev.”
 
Li girtîgehan binpêkirinên mafan
 
Ozge Akyuz der barê binpêkirinên mafan yên li girtîgehên Tirkiyeyê de axivî û got girtîgeh li gorî hewcedariyên xweser yên jinan nehatine avakirin û wiha dirêjî dayê: “Dema hewcedariyên xweser, taybet neyên dîtin ji ber binpêkirinên dertên holê newekhevî jî ava dibe.  Li Tirkiyeyê em girtîgehên ewlehiya bilînd dibînin.  Girtîgehên Tîpa S, Y û bilind hene.”
 
Kamera jinan dişopînin
 
Ozge Akyuz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jin di alî hewcedariyên hîjyenê de pirsgirêkan dijîn. Ev der qadek jiyanê ye. Jiyana rojane li vir didome. Lê em vê ji bîr dikin. Mirov demên dirêj li wir çend heb ligel hev dijîn. Lê nikarin xwe bigihînin hewcedariyên xwe. Mînak bi jinan re vîtamîna D pir kêm e û pir zêde tê dîtin. Rojê nabînin. Jin bi kamerayên tên bicihkirin tên şopandin. Li girtîgehan tecrîd her diçe giran dibe. Di serî de yên jinan hewcedariyên girtiyan nayên peydakirin. Jin tenê tên hiştin. Di alî xwegîhandina xizmeta tenduristiyê de jî pirsgirêkên cidi tên jiyîn. Li girtîgehan pirsgirêkên aborî jî pir mezin e. Her wiha bi hincetên kêfî û absurt tahliye tên astengkirin. Bi biryarên Lijneyên Îdarî û Şopandinê ev tên astengkirin. Berdana bi kontrol pêk nayê.  Girtiyên siyasî nikarin hevdîtinên bi dîmen bikin.”
 
Pêvajo û girtîgeh
 
Ozge Akyuz balkişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û wiha got: “Em dema behsa veguherîn û aştiyeke civakî dikin, em hawireke aştiyê ya ku her kes xwe ewle hîs dike vedibêjin. Em dinêrin girtîgehên nû tên çêkirin. Bi van rêbazan pirsgirêk nayên çareserkirin. Hewce bi polîtîkayeke giştî ya pergala edaleta cezayê heye. Ev polîtîka divê bi tevlibûna rêveberiyên herêmî, akademî, meclîs, aktorên civaka sivîl û girtiyan ava bikin. Ji bo çareseriyê pirsgirêkên girtîgehan divê çavkaniya wê bê lêkolînkirin û dest girtin.”