Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta ‘Şaredariyê zafziwanî’ derket

  • 10:07 19 Cotmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 41’emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta kirmanckî ya "Şaredarîyê zafziwanî" derket pêşberî xwînerê xwe. 
 
Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê hevpeyvîna kirmanckî ya ku li ser projeya pir zimanî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê re bi Midûrê Çandê yê Şaredariya Bajarê Mezin Tahîr Baykuşak re çêkiribû derxist pêş. Rojnameyê dîsa li ser mijara tifaqa yekîtiyê û hevdîtinên Serokên Partiyên Kurdan a li Hewlerê gotara Prz. Cemîle Turhallî ya bi sernavê "Statû bi weyî beno" derxist pêş.  
 
Rojnameyê li aliyê din gotarên nivîskar Felemez Ulug a bi ser navê "Niha dora wan e", gotara nivîskar Cahît Kirkazak a bi sernavê "Aştî avakirina jiyaneke nû ye", gotara nivîskar Ramazan Olçen a bi sernavê "Azadî û xwezaya civakî", gotara nivîskar Cebraîl Vûral a bi sernavê "Kurd bi dinyayê da nasîn", gotara nivîskar Şadiye Manap a bi sernavê "Cotmeh û Rojgeran", gotara nivîskar Mehmet Şahîn a bi sernavê "Awankerdişê civaka polîtîkî" di rûpela manşetê de derxistin pêş.