Tuncel Sonel hat binçavkirin
- 19:27 17 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM – Di çarçoveya doza Gulîstan Doku ku 6 sal berê hat windakirin, Waliyê Dêrsimê yê wê demêTuncay Sonel hat binçavkirin.
Xwendekara pola 2’yem a Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ku di 5’ê Çileya 2020’an de hat windakirin di ser de 6 sal derbas bû. Têkildarî lêpirsînê de pêşketinên nû tên jiyîn. Waliyê wê demê Tuncay Sonel hat binçavkirin.
Tuncay Sonel li Xarpetê hat binçavkirin. Nehat zanîn ku dê Tuncay Sonel bibin ku derê.
Dayika Gulîstan Doku, Bedriye Doku ku li ber edliyê agahiyê girt got, “Şikir hat girtin.”
Xwişka wê Aygul Doku jî diyar kir ku ew baweriya xwe bi pergala edaletê tîne û domand, “Îro bi awayek topyekûn bûye Gulîstan Doku. Tuncay Sonel û çeteyên wî hatin girtin. Em bawer dikin ku bê girtin.” Jinên ku bi malbatê re di nobetê de ne bi çepikan û dirûşmeya “em ê bi berxwedanê bi ser kevin” berz kirin ve bê agahiyê girtin.







