Li Mûşê konferansa 'komunê' hat lidarxistin

  • 13:00 21 Nîsan 2026
  • Rojane
MÛŞ - Rêveberiya Herêmî ya DEM Parti'yê bi dirûşmeya "Komun Şaredarî ye, Şaredarî Komun e" konferansek li dar xist.
 
Di çarçoveya konferansa ku ji aliyê Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve di navbera 18-30'yê Nîsanê de bi dirûşmeya "Komun Şaredarî ye, Şaredarî Komun e" tê lidarxistin de, li Hola Konferansê ya Muş-Bursa Kardeşligiyê konferansek bi beşdariya hevşaredarên jin, endamên meclisa şaredariyê û endamên meclisa giştî ya bajêr hat lidarxistin. 
 
Di konferansê de ku jinên hilbijartî yên ji Erzirom, Mûş, Agirî û Îdirê beşdar bûn, li salonê pankartên bi nivîsa "Em bi vîna jinê komunan; bi rêvebiriyên xwecihî civaka azad ava dikin" hatin daliqandin.
 
Endama Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk Xecê Ûçar behsa armanca komunan û kooperatîfan kir û got: "Ew bi koka xwe Kurdî ye. Gavên pêşîn ên komunbûnê ji dema ku em derbasî jiyana bicîhbûyî bûn ve hene. Ew ji hêza bihevre hilberînê pêk tîne. Em ne xerîbê vî tiştî ne."
 
Konferans, piştî rûniştina ewil bi awayekî ji çapemeniyê re girtî domiya.