Li Îzmîrê ji bo Îlayda Zorlu meş
- 20:59 23 Nîsan 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) û pêkhateyên Meşa Şevê ya Femînîst, ji bo xwendekara zanîngehê Îlayda Zorlu ya ku bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da bû, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Jinan diyar kir ku polîtîkayên zextê yên sîstematîk ên li dijî jin û ciwanan heta bi dawî bibin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) û pêkhateyên Meşa Şevê ya Femînîst, li dijî mirina gumanbar a xwendekara Zanîngeha Teknîk a Karadenîzê (KTU) Îlayda Zorlu meşek û daxuyaniyeke çapemenîyê li dar xistin. Jin li ber Gara Alsancakê hatin cem hev û heta Navenda Çandê ya Turkan Saylan meşiyan. Jinan li wê derê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Ne xwekujî ye, kuştin e, Îlayda Zorlu serhildana me ye” hat bilindkirin û dirûşmeyên wekî “Dewleta kujer wê hesab bide”, “Îlayda Zorlu serhildana me ye” û “Destê xwe ji jiyana min bikişîne” hatin berzkirin.
‘Îlayda ji ber ku tevlî çalakiyan bû hat qetil kirin’
Metna daxuyaniyê Yaren Yorganci xwend. Yaren Yorganci anî ziman ku Îlayda Zorlu ya 18 salî ku li Zanîngeha Karadenizê ya Teknîkî (KTU) beşa Têkilîyên Navneteweyî dixwend, di 17’ê nîsanê li mala malbata xwe hatiye qetilkirin û da zanîn ku Îlayda xwendekarek bû ku di têkoşîna jinan de tim kolan û qadan bû. Yaren Yorganci da zanîn ku Îlayda ji bo 8’ê Adarê û ji bo ciwanên hatine qetilkirin diçû çalakiyan û got: “Îlayda diçû 8’ê Adarê, çimkî ji bo jinên ku di amfîyan de rastî tacîzê hatin û li kolanan hatin qetilkirin, jiyaneke azad dixwest. Tam ji ber ku beşdarî van çalakiyan bû, ji ber ku li van daxwazan xwedî derket, polîsan telefonî malbata Îlayda kir û ji malbatê re hat gotin ku ew endama rêxistineke terorê ye. Bi vê telefonkirina malbatê, malbat û dewlet bûn yek û dawî li jiyana Îlayda anîn.”
‘Kujer bi hevkariya dewlet-polîs tên parastin’
Yaren Yorganci bal kişand ser wê yekê ku kujer bi hevkariya dewlet-polîs tên parastin û komkujiyên jinan bi navê xwekujiyê tên nixumandin û got: “Nadîra Kadîrova ya ku li mala parlamenterê AKPê Şîrîn Unal bi awayeke mirî hat dîtin, Rojwelat Kizmaz a hevala nêz a Gulistan Doku, Narîn a ku bi hevkariya malbat-tarîqat-dewletê hat kuştin, Rojîn Kabaîş a ku hewl dan malbata wê ya ku delîlan diparêzin bi gefxwarinê bêdeng bikin, mînakên vê yekê ne. Mirina Îlayda ne xwekujî ye, rasterast kuştineke polîtîk e. Îlayda di nav pergala şîdetê ya ku dewletê avakirî û xwedîkirî de, bi polîtîkayên bêcezakirin û aqlê dewletê re, bi destê dewletê hatiye kuştin. Wekî jin me bi dehan caran dubare kir: ‘Malbata we ya pîroz jinan dikuje!’ Malbata we ya pîroz ji bilî zext û çavdêriyê tiştekî pêşkêşî jinan nake.”
‘Em ne keça malê ya baş in, em serhildêrên qadan in’
Yaren Yorganci diyar kir ku kujerên Îlayda ew kes in ku têkoşîna jinan krîmînalîze dikin û sûcên ku bi hevkariya dewlet-malbat-polîs de hatine kirin, yek bi yek ew ê li van kolan û qadan vebêjin û got: “Bila polîtîkayên zextê yên sîstematîk ên li dijî jin û ciwanan bi dawî bibin. Bila telefonkirina malbatê, fîşkirin û hedefgirtina polîsan bên sekinandin! Kî ye ew polîsê ku telefonî malbata Îlayda kirî? Bila demildest bê dîtin û darizandin. Em ne di şînê de ne, di serhildanê de ne. Em ê hesabê her jineke hatî kuştin bipirsin. Em ê wê dirûşma Îlayda ya ku di destê xwe de girtibû bi bîr bînin: ‘Em ne keça malê ya baş in, em serhildêra kampûs, kolan û qadan e’.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.







