Rêbaza jiyana komunal:Koçerî

  • 09:03 3 Gulan 2026
  • Rojane
 
Evîn Çîftçî
 
RIHA- Muhsîne Aktumur ku li Qerejdaxê koçeriyê dike, diyar dike ku rêbaza jiyana komunal di nava xwezayê re derbs dibe û got bi hev re dixebitin, bi hev re dijîn.
 
Ber bi Qerejdax ya Sêwerega Rihayê erdnîgariya Kurdistanê xwe dide xuyakirin û kevirên reş ser axê pêçane. Riyên ji nav keviran derbas dibin şopa jiyana sedsalan nîşan didin. Li Qerejdaxê zarok gelek  caran ne bi lîstinê, bi kedê mezin dibin.
 
Riyên zehmet yên Kurdsitanê
 
Riya diçe Qerejdaxê li aliyekî hestek aramiyê li aliyê din jî zor û zehmetiyê dide hîskirin. Çalên di riyan de çêbûne, wek jiyana Kurdan zehmetiyê vedibêjin.
 
Bîhna çiyan û dengê jiyanê
 
Bîhna xwezayê û dengê jiyanê di carekê de dora mirovan dipêçe. Em ber bi pez ve diçin û jin hatine bêriyê. Pez dihat didotin û jiyana li vir di nava xwezayê re derbas dibe.
 
Em bi hemû bedena xwe hîs dikin
 
Em jiyana komunal a li vir ne tenê bi çavên xwe bi hemû bedena xwe hîs dikin. Jin û mêr di didotina pez de alîkariya hev dikin, karbeşî tê kirin. Jin pez didoşin û şîr dibin kon, penîr û mast çêdikin.  Em di sohbeta bi jinan re bedewiya koçeriyê dibînin. Xweza li vir ne tenê qadek jiyanê ye. Jiyana li vir pergaleke li vir hatiye avakirinê nîşan dide. Mirov bi derfetên ku xweza pêşkêşî wan dike jiyana xwe didomînin.
 
Jina koçber Muhsîne Aktîmur der barê jiyana xwe de ji ajansa me re axivî.
 
‘Em bi awayekî komunal dixebitin’
 
Muhsîne Aktîmur da zanîn ku karên xwe bi awayekî komunal dikin û wiha got: “Em jin ji gundê Oçço yê Sêwregê hatin vir.Em sewalên xwe xwedî dikin. Aliyê xweş yê koçeriyê jî heye yê zehmet jî heye. Em bi biharê û havînê re tên vir. Em ji karê xwe hez dikin. Em di nava xwezayê de ne. Em pezê xwe didoşin, penîr û mast çêdikin. Ev du sal e ez koçeriyê dikim. Li vir kêfa me di cih de ye.  Em li vir çar kesin. Em karê xwe bi hevkarî dikin.”
 
Jiyana bi xwezayê re
 
Muhsîne Aktumur wiha dawî lê anî: “Em sibehê zû radibin, taştê dixwin û diçin pez didoşin. 200 pezê me heye.Em pez didoşin û penîr û mast çêdikin. Hevalên din jî sewalan dibin çêrê. Em cilên xwe di çem de dişon. Em bi ava çem xwarinên xwe çêdikin. Em alîkariya hev dikin. Em pincar kom dikn. Kerengan kom dikin. Xwarinê ji wan çêdikin. Ji ber baranê hîna gelek cureyên pincar derneketine.”