‘Li Xezayê di 2 salan de zêdetirî 38 hezar jin hatin kuştin’

  • 18:26 17 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka NY’yê ya Jinan Sophia Kaltroup diyar kir ku li Şerîda Xezayê di navbera Cotmeha 2023’yan û dawiya 2025’an de zêdetirî 38 hezar jin hatine kuştin.
 
Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyand ku li Şerîda Xezayê di navbera Cotmeha 2023’yan û dawiya 2025’an de zêdetirî 38 hezar jin û keç hatine kuştin.
 
Berdevka NY’yê ya Jinan Sophia Kaltroup li Cinêvê ji rojnamevanan re axivî û wiha got: “Di navbera Cotmeha 2023’yan û Kanûna 2025’an de zêdetirî 38 hezar jin û keç bûne qurbaniyên êrişên hewayî û bejayî yên Îsraîlê.” Sophia Kaltroup destnîşan kir ku di nav wan de “zêdetirî 22 hezar jin û 16 hezar keç hene, ev tê wê wateyê ku navînî her roj herî kêm 47 jin û keç tên qetilkirin.”