Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da Meryem Hedawend

  • 15:13 26 Nîsan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Cezayê darvekirinê li yek ji girtiya serhildana Çileya 2026’a Meryem Hedawend, ku li beşa jinan a girtîgeha Evînê ya Tehranê tê ragirtin, hate birîn.
 
Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, hate diyarkirin ku Cezayê darvekirinê li yek ji girtiya serhildana Çileya 2026’a Meryem Hedawend, ku li beşa jinan a girtîgeha Evînê ya Tehranê tê ragirtin, hate birîn.
 
Ji ber şewitandina mizgeftê cezaya darvekirinê lê hat birîn
 
Li gorî raporê, ji aliyê Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Tehranê ve ku ji aliyê Dadwer Afşarî ve tê birêvebirin, ji doza şewitandina Mizgefta Seyyîd el-Şohedaa de cezayê darvekirinê li Meryem Hedawend hatiye birîn.
 
Meryem dayîka du zarokan e
 
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û ev agahî da: “Meryem Hedawend nêzî 40 saliyê ye û dayîka du zarokan e. Meryem di serhildana Çileya 2026’an de li parêzgeha Tehranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin. Niha li beşa jinan a girtîgeha Evînê tê ragirtin. Beriiya 10 rojan Meryem ji mafê dîtina parêzer bêpar ma, ji ber doza şewata Mizgefta Seyyed El-Şohedaa li Pakdeştê û mirina du kesan di dema şewatê de cezayê darvekirinê lê hatiye birîn.”
 
Li gorî heman çavkaniyê, îtiraza ji bo vê biryarê şandin Şaxa 9’an a Dadgeha Bilind re hatiye şandin.
 
Derbarê dem û cihê binçavkirin û pêvajoya darizandina Maryam Hedawend tu agahiyên berfireh nehatin parvekirin.