Dayikên Aştiyê banga rawestandina darvekirinan kir

  • 19:03 4 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Aştiyê destnîşan kir ku zarokên vî welatî ji ber raman, bîr û bawerî û çalakiyên xwe yên siyasî di bin metirsî û gefa darvekirinê de ne û daxwaza kirin ku demildest dawî li darvekirinan bînin.
 
Dayikên Aştiyê li Kurdistanê bi peyamekê bang li partiyên siyasî yên her çar beşên Kurdistanê, hemû hêz û tevgerên siyasî yên li Îranê, saziyên mafê mirovan li seranserî cîhanê kir ku cezayên darvekirinê yên ji aliyê Îranê ve tên kirin bidin rawestandin.
 
Dayikan di peyama xwe de daxwaz ji hemû aliyekê kirin ku dengê xwe li hemberî darvekirinê bilind bikin û got: “Zarokên vî welatî ji ber raman, bîr û bawerî û çalakiyên xwe yên siyasî di bin metirsî û gefa darvekirinê de ne û daxwaza me ewe ku demildest dawî li darvekirinan bînin. Ji her demê bêhtir îro pêwîstiya me bi helwesteke hevpar ya dijî neheqiyê heye.”
 
Dayikan wiha daxwazên xwe rêz kirin:
 
“Bê şert û merd lezgîn rawestandina darvekirina girtiyên siyasî.
 
Hemahengî di navbera hêzên siyasî yên Kurd de bê çêkirin.
 
Divê saziyên mafê mirovan zexteke zêde bixin ser saziyên navneteweyî.
 
Li seranserî cîhanê bal kişandina ser rewşa girtiyên siyasî.
 
Piştgirîkirina kesûkdar û qûrbaniyên hatine bidarvekirin.”