Rojnamegeriya Kurdî 128 sal li dû xwe hiştin
- 09:05 21 Nîsan 2026
- Rojane
Jiyan Gencan
QAMIŞLO- Berdevka YRJ'ê Emel Mihemed di salvegera 128 ya Roja Rojnamegeriya Kurdî de axivî û anî ziman ku li ser rojnamegeran êrîşek dijwar heye lê rojnamgerên kurd dixwazin bibin dengê gelê xwe û got,"Divê herî zêde rojnameger yekitiya gelê Kurd bixwazin.'
Rojnameya Kurdî ya yekemîn bi navê Kurdistan, di 22’yê Nîsana 1898’an de ji aliyê Mîqdat Mîthad Bedirxan ve li sirgûnê li Paytexta Misirê Qahîreyê dest bi weşanê kir. Rojnameya ku 31 hêjmar hatiye çapkirin 5 hejmarên wê li Qahîreyê hatine weşandin û yên din jî ji ber zext û zoriyên Osmaniyan li welatên cuda cuda hatine çapkirin. Yek ji armancên girîng ên rojnameyê ew bûye ku zimanê kurdî pêş bixwe û dewlemend bike. Bi minasebeta destpêka rojnamegeriya kurdî ya Rojnameya Kurdistan, 22'yê Nîsanê wekî Roja Rojnamegeriya Kurdî her sal di 22'yê Nîsanê de li çar aliyên Kurdistanê tê pîrozkirin.
Di ser salvegera yekemîn rojnameya Kurdî Kurdistan re 128 sal derbas bûn. Li ser Roja Rojnamegeriya Kurdî berdevka YRJ'ê Emel Mihemed ji ajansa me re axavî.
Emel Mihemed di destpêka axaftina xwe de bahsa wate û giringiya rojê kir û got: " Ew roj bi hêsanî nehatiye bidestxistin, dî dîrokê de em her dibînin eger em dîroka xwe bi xwe nenivîsînin bi destê dagirkeran wê bê nivîsandin. Roja rojnamegeriya kurdî tê wateya ku gelê kurd dîroka xwe bi destê xwe dinivîse. Bi pênûsa xwe hestên gelê xwe tîne ziman. Em ji dîroka xwe ne qutin, bi wê dîrokê re em hatine heta roja xwe ya îro. Ji bo ku ew roj bê di wê demê de jî gelek zahmetî hatine kişandin ji bo ku em bikaribin bibin dengê gelê xwe. Çawa ku di wê demê de zaxt li ser weşangeriya kurd hebû niha jî li ser çapemeniya azad dixwazin wan zextan bikin. Gava ku ji bo deng û rengê kurdan hat avêtin gaveke bê hempa bû. Ji bo ku dîroka gelê kurd bê belgekirin, bê nivîsandin gelek ked û hewildan hat dayîn. Derketina. Girîngiyeke din a rojnameyê jî ew e ku.bûye dengê gelê xwse."
'Li Rojava di wê rojê de rojnameger tên xelatkirin'
Emel Mihemed, li ser ku Roja Rojnamegeriya Kurdî li rojava çawa tê pîrozkirin û pêşwazîkirin jî axivî û wiha got: " Li Rojavayê Kurdîstanê ew roj wekî kevneşopiyekê dîrokî tê dîtin û tê pîrozkirin. Di heman demê de li Rojava xelatkirina Rojnamegeran jî tê kirin. Di nava Şoreşa Rojava de hemû berxwedan, şer û têkoşîna gelê Kurd rojnamevanan bi belge nîşanî hemû cîhanê da. Li rojavayê Kurdîstanê bi dehan rojnameger di nava şer de şehîd bûn. Wan rojnamegeran kelî bi kelî di nava şer de berxwedana şervanan şopandin û şehîd bûn. Rojanamegerên ku di oxira rastiyê de şehîd bûn, ew bûn dengê gelê xwe."
'Li Rojava YRJ û YRA hatin avakirin'
Emel Mihemed erîşên li ser Rojnamegeran jî nirxandin û wiha anî ziman: "Ji bo parastina rojnamegeran Yekîtiya Ragahandina Jin (YRJ) û Yekîtiya Ragahandina Azad (YRA) hatine avakirin. Li rojavayê Kurdîstanê êrîşên pir dijwar li ser rojnamegeran hene. Gelek rojnameger di dema şopandina bûyer û di dema şer de şehîd bûn. Li Rojava rojnameger bi awayekî azad nikarin karê xwe bikin ji ber yekser êrîş li ser wan çêdibin. Lê rojnameger bi awayekî wêrek rastî û êşên gelê xwe dixwazin bi raya gîştî re parve bikin."
'Pêwistiya rojnamegeran bi yekitiyê heye'
Emel Mihemed anî ziman ku pêwîstiya rojnamegeran bi yekîtiyek xurt heye û wiha anî ziman:" Gelek rojnameger şehîd bûn û bi astengiyan re rûbirû dimînin. Ji ber wê jî pêwîstiya me rojnamegeran bi yekîtiyek xurt heye. Divê herî zêde rajnameger hewla yekîtiya gelê kurd bidin. rojnameger li Rojavayê Kurdistanê bi werektiyek pir mezin dixwazin rastiya gelê xwe, dengê gelê xwe ji raya gîştî re ragihînin. "
Emel Mihemed di dawiya axaftina xwe Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamegerên kurd ku dilê wan ji bo azadiyê lê dide pîroz kir û diyar kir ku ewê li ser şopa heqîqetê bimeşin.







